Jin û ciwanên Çilaxayê xaka xwe diparêzin

Jin û ciwanên Çilaxayê tev li seferberiyê bûne û herêmên xwe ji êrişên tunekirinê yên hikumeta demkî  û DAIŞ’ê diparêzin.

Jin û ciwanên Çilaxayê xaka xwe diparêzin
Jin û ciwanên Çilaxayê xaka xwe diparêzin
Jin û ciwanên Çilaxayê xaka xwe diparêzin
24 ÇILE, 2026   04:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Jin û ciwanên bajarê Çilaxa tev li seferberiya Rêveberiya Xweser ragihandiye bûn. Jin û ciwanan destnîşan kir ku ew ê bi hemû hêza xwe xebatên xwe yê parastina rewa bi pêş bixin. 

Jina bi navê Hezne Temo ku di heman demê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan e, diyar kir ku tevlêbûna seferberiyê ji bo parastina rûmetê ye. Hezneyê destnîşan kir ku niha gelê Kurd rastî êrişa qirkirinê tê û ew ê heta dawiyê li dijî siyasetên qirkirinê parastina hebûna xwe bikin.

Jina bi navê Meryem Mihemed da nîşandan ku civakê hêza xwe kiriye yek, lewma dê serkeftin li dijî êrişên hikumeta demkî û DAIŞ’ê bi ser bikevin û got: “Di vê qonaxa hestiyar de seferberî vebijêrka me ya hebûn û nebûnê ye. Em ê bi rihê berpirsyariyê berxwedana xwe dewam bikin.”

Welatiyê bi navê Mihemed Elî yê tevî banga seferberiyê bûye, da zanîn dema gel dibe yek tu hêz dê nekare îradeya wî bişikîne. Elî derbirî ku ew erka xwe ya parastina herêmên xwe ji êrişên DAIŞ’ê û çeteyên wê dikin.

Serbest Hisên jî bi moraleke bilind da diyarkirin ku ew ê heta dawiyê parastina herêma xwe bikin û rê nedin li dijî gelê herêmê komkujî pêk werin.

ANHA