Li Hesekê di her warî de serferberî

Li gel ragihandina seferberiya giştî li tevahî herêmê, li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê 4 firne 24 saetan dixebitin ku nan ji şêniyan re peyda bikin.

Li Hesekê di her warî de serferberî
Li Hesekê di her warî de serferberî
Li Hesekê di her warî de serferberî
Li Hesekê di her warî de serferberî
Li Hesekê di her warî de serferberî
Li Hesekê di her warî de serferberî
Li Hesekê di her warî de serferberî
Li Hesekê di her warî de serferberî
Li Hesekê di her warî de serferberî
Li Hesekê di her warî de serferberî
Li Hesekê di her warî de serferberî
Li Hesekê di her warî de serferberî
Li Hesekê di her warî de serferberî
Li Hesekê di her warî de serferberî
21 ÇILE, 2026   16:44
HESEKÊ

Li gel rewşa seferberiya giştî li bajarê Hesekê û herêmên kantona Cizîrê hewldanên sivîl û xizmetguzarî li kêlek rewşa seferberiya leşkerî û gel dewam dikin.

Hemwextî belavbûna hêzên ewlehî û Hêzên Parastina Civakê li taxan ji bo parastina bajêr û welatiyan saziyên xizmetguzariyê erkên xwe dewam dikin. Ev hevgirtina di navbera civakê û Rêveberiya Xweser de nîşan dide.

Girêdayî mijarê, endamê Rêveberiya Komîteya Firnan a bajarê Hesekê Cîhad Ezo da zanîn ku çi gotegotên der barê rawestandina firnan an jî xerabbûna wan de tu rastiya xwe nîn in, firne bi awayekî xwezayê û bi asteke bilind dixebitin.

Ezo anî ziman ku berê firnê tenê carekê di rojê de dixebitî, lê ji ber rewşên niha û seferberiya firne 24 saetan dixebitin ku nan kêm nebe û qerabalix li pêş firnan çênebe.

Ezo destnîşan kir ku 4 firnên giştî li bajarê hesekê bêyî rawestan dixebitin.

Nan bi rêya komînan tê belavkirin û şênî ji komînan nanê xwe werdigirin.

(fr)

ANHA