Li Bakurê Kurdistanê sazî û şênî ji bo Rojava li ser pêyan in

Li piranî bajarên Bakurê Kurdistanê sazî û şênî ji bo Rojavayê Kurdistanê li ser pêyan in, êriş û komkujiyên çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk şermezar kirin. Hat gotin ku "Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li mirovahiyê ye."

Li Bakurê Kurdistanê sazî û şênî ji bo Rojava li ser pêyan in
21 ÇILE, 2026   17:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi destpêkirina êrişên hovane yên çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker li dijî Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêkanîna komkujiyan li dijî welatiyan, sazî û şêniyên Bakurê Kurdistanê li ser pêyan in.

ŞIRNAX

Di pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk de li Navçeya Hezexa Şirnexê bi hezaran kes li qada bajar hatin cem hev. Girseyê pankarta, “Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye” û “Şoreşa Rojava tirs û xofa dijmin e” vekir û dest bi meşê kir. Di meşê de dowîzên, “Rojava xeta sor e”, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” û “Bijî Kurdistan” rakirin û sloganên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Rojava rûmet e li rûmetê xwedî derkeve” berz kirin.

AMED

Baroya Amedê, OHD û İHDa Amedê li dijî êrişên ser Rojavayê Kurdistanê yên çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Mafê gelê Rojava di bin temînata hiqûqa navneteweyî de ye.”

Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî dan. Di daxuyanîyê de gelek nûnerên sazîyên sivîl, parastvanên mafên mirovan û parêzer amade bûn. Daxuyaniya Tirkî Serokê Baroya Amedê Abdulkadir Gûleç xwend.

Parlementera DEM Partiyê Gulderen Varli di daxuyaniya ji bo Rojava de bal kişand ser êrişan û got: “Hûn piştgiriya hişmendiya ku serê mirovan jê dikin, dikin. Lê em Kurd hertim alîgirê aştiyê ne û zimanê me jî yê aştiyê ye.”

ARMÛŞ

Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê, der barê êrişên li ser Rojava de li Çerxerêya Parka Milet a Rêya Armûşê daxuyanî da. Parlementerên DEM Partiyê yên Wanê Gulderen Varli û Mehmûd Dîndar, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.

WÊRANŞARÊ

Li ser banga Platforma Saziyên Demomratîk li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Rojavayê Kurdistanê li navçeya Wêranşara Rihayê meş hat lidarxistin. Di meşe de pankarta “Xwedî derketina Rojava xwedî derketina mirovahiyê ye” û “Rojava Xeta me ya Sor e” hat vêkirin.

ÊLIH

Komeleya Timoqiyan a Êlihiyan têkildarî êrişên ku li ser Rojava-Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniya xwe de hat gotin divê êrişên li ser Rojava demildest werin sekinandin Tiştên ku li Rojava diqewimin hedefgirtina wijdana hevpar ê mirovahiyê ye. Her êrişên li dijî sivîlan tên kirin zarok, jin û mirovên bêguneh bi mirinê re rû bi rû dimînin û ev yek nayê qebûlkirin.

STENBOL

Li dijî êrişên li ser Rojava ku ji aliyê çeteyên hikumeta demkî û dewleta Tirk a dagirker ve tên kirin gelek derdorên cûda bertekên xwe anî ziman. Li Stenbolê bi pêşengiya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li avahiya NÇMê ya navçeya Beyogluyê daxuyanî hat dayîn. Tevî endam û rêveberên NÇMê, gelek hunermend tev li daxuyaniyê bûn.