Li Hesekê 2 şahî ji zarokan re hatin lidarxistin

Desteya Jinan a Kantona Cizîrê û Rêxistina Strêk bi boneya Roja Zaroka a Cîhanê 2 şahî li bajarê Hesekê li dar xistin.

20 mijdar, 2025   19:06
HESEKÊ

Desteya Jinan a Kantona Cizîrê bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê de şahiyek bi dirûşma "Bi hev re em zarokên xwe û zarokên cîhanê biparêzin" li hola Serdem a li bajarê Hesekê li dar xist. Hejmarek zarok, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jinan û partiyên siyasî beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre rêvebera Kongra Star Cîhan Ebdurehman axivî û got: "Şoreşa Rojava şoreşa jinan e, jinên ku ji bo avakirina siberojeke ronak ji bo zarokan tê koşiyan e."

’ZAROK CEWHERA CIVAKÊ NE’

Cîhanê bi domdarî got " Ev roj bi taybetî ji bo zarokên vê şoreşê dîrokî ye. Tevî hemû êriş, şert û mercan jî me karî zarokên xwe biparêzin û ji bo wan pêşerojek azad û ewle peyda bikin."

Seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer jî axivî û got, ji perwerde û fêrkirinê bigire divê tevahî mafên zarokan werin parastin û pêdiviyên wan werin bicihanîn.

Di şahiyê de seroka Meclisa Jinan a Kantona Cizîr Vîviyan Beho Osê jî got, zarok cewhera civakê ne.

Piştî axaftinan komên El Weten, Şehîd Darsî, Şehîd Ezîz, Koma Govendên Suryanî û hunermend Danîş hunerên xwe pêşkêş kirine. Hin zarokan jî helbest xwendin. Di dawiyê de pêşangeheke kardestiyên zarokan hat vekirin.

Di heman çarçoveyê de Rêxistina Stêrk a Parastin û Şopandina Mafên Zarokan şahiyek li Dibistana Hemşîretiyê ya li taxa Ezîziyê ya bajarê Hesekê li dar xist. Bi dehan zarok û nûnerên saziyên sivîl beşdarî şahiyê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê rêvebera Rêxistina Strêk Şêrîn Dawud axivî û got: "Rêxistin Strêk rêz li bêgunehiya zarokatiyê digire ku li gelek deverên cîhanê, nemaze li kampan û deverên felaket tê binpêkirin."

Şêrîn Dawud bang li hemû beşên civakê kir ku zarokan biparêzin û got: "Siberoja zarokan siberoja tevan e."

Di çalakiyê de şano, govend û stran ji aliyê komên Wirud El Heyat û Feraşat El Mereh ve hatin pêşandan. Her wiha pêşbireke pirs û bersivan hat lidarxistin.

Di dawiyê de diyarî pêşkêşî zarokan hatin kirin.

(bb)

ANHA