Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebata çandina daran

Xebata çandina daran a ku 18’ê vê mehê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Tebqayê ve hatibû destpêkirin dewam dike.

20 mijdar, 2025   19:01
TEBQA

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Tebqayê di 18’ê vê mehê (Mijdar) xebat çandina daran  li bendên kontrolê dabû destpêkirin.

Xebata çandina daran bi armanca xweşikirina herêmê, di heman demê de ji bo ku bibe wekî sîwaneke parastinê ji baranê û germahiya havînê dewam dike.

Li gel endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên komîn û nûnerên meclisên bajar beşdarî xebatên çandina daran bûne.

Di çarçoveya xebatê de, îro 100 darên guz, sîwanî, xurme, zeyzefûn û merx li derdora bendên kontrolê hatine çandin.  Dar li bendên kontrolê yên navneteweyî yên rojava û rojhilat, benda Firatê, benda Meqes a li deriyê rojava yê têketina bajar û benda Ziwêqat a naverasta bajar hatin çandin.

Xebata çandina daran 18’ê vê mehê li bajarê Mensûrayê dest pê kir û di vê çaçroveyê de 100 dar li bendên kontrolê yên Mensûrayê hatin çandin. Di roja duyemîn de jî 100 dar li Cirniyê hatin çandin.

(bb)

ANHA