Komînên Siwerê konferansa xwe li dar xist

Bi dirûşma "Divê hemû xebatên civakî ji komînan dest pê bike" konferansa yekemîn a komînên bajarê Siwer ê Dêrazorê hat lidarxistin.

Komînên Siwerê konferansa xwe li dar xist
Komînên Siwerê konferansa xwe li dar xist
Komînên Siwerê konferansa xwe li dar xist
Komînên Siwerê konferansa xwe li dar xist
Komînên Siwerê konferansa xwe li dar xist
Komînên Siwerê konferansa xwe li dar xist
Komînên Siwerê konferansa xwe li dar xist
Komînên Siwerê konferansa xwe li dar xist
20 mijdar, 2025   19:33
DÊRAZOR

Meclisa Bajarê Siwer ê kantona Dêrazorê bi dirûşma "Divê hemû xebatên civakî ji komînan dest pê bike" konferansa yekemîn a komînên bajarokê Siwerê li dar xist. Di konferansê de endamên komînan, endamên meclisên rêveber û qanûnsazî, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û hejmarek fermandarên QSD’ê beşdar bûn. Di konferansê de girîngiya rêxistinkirina komînan û astengiyên li pêşiya wê hatin nîqaşkirin.

Koferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre axaftina destpêkê ji aliyê endamên dîwana konferansê ve hat kirin.

Di konferansê de şiwirmendê Meclisa Rêveber Şiyar Mihemed rewşa siyasî nirxand. Şiyar Mihemed bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyînê û got, rêxistin kevirê bingehîn ê avakirina Sûriyeyê piştî serdema kaosê ye. Her wiha diyar kir ku komîn saziya herî kêrhatî ye ku hewcedariyên civakê diyar dike.

Piştre nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê komînan de ji aliyê hevseroka Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Dêrazorê Rehef Erûc ve hat xwendin.

Rehefê benda 74’an a têkildarî komînan a Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser jî xwendin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê Mihemed El Dexîl jî diyar kir ku komîn bingeha civakê û rêveberiya xweser e û got, divê komîn bi awayekî dirust werin avakirin da ku meclis jî durist bin.

Dexîl îşaret bi vê yekê kir ku her pirsgirêkeke di sazumaniya komînê de bandor li xebatên din jî dike.

Beşdaran bi armanca pêşxistina xebatên komînan pêşniyarên xwe anîn ziman. Ji pêşniyarên derketine pêş: Ji pêşxistina asta endamên komînan dewreyên perwerdeyê werin vekirin, Mohreke taybet ji bo komînê were çêkirin û gundê Riwêşda ku hejmara nifûsa wê pir e bibe bajarok.

Di dawiyê konferansê de hate gotin, rêxistinbûyîn  rêbaza jiyanê ye û kilîta pêkanîna vê rêxistinbûyîn bi perwerdeyeke domdar ve girêdayî ye.

(bb)

ANHA