ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-11-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-11-2023
28 mijdar, 2023   02:00

 Ji nêzî 40 salî ve PKK'ê bi tawanên nerast xistine′′lîsteya terorê′′. Gelê Kurd û dostên wî di nava têkoşînê de ne da PKK′ ji lîsteyê bê derxistin û ji bo vê yekê jî 7 mîlyon îmze hatin komkirin; lê belê dewleta Tirk bi hemû hêza xwe zextê  dike da ku PKK′ê ji ′′lîsteya terorê′′ neyê derxistin. (BI WÊNE).

Dema em salvegera 45`an a damezirandina PKK`ê pêşwazî bikin, divê em şehîdên wê yên dozê bi bîr bînin. Şehadeta wan sedema sereke ya avakirina PKK`ê bû. (BI WÊNE).

Lêkolera ji Misirê Ferînaz Etiye diyar kir ku PKK xwedî fikir û tecrubeyên siyasî û aborî ye ku dikare çareseriyên realîst ji krîzên Rojhilata Navîn re pêşkêş bike. (BI WÊNE).

Şerê Îsraîl û Filistînê kevn e, vedigere sala 1897′an anku roja lidarxistina yekemîn konferansa siyonîst li bajarê Basel ê Swîsreyê. Di encama konferansê de biryara avakirina dewleteke neteweyî ji bo cihûyan li Filistînê hat dayîn. Piştî vê yekê di sala 1917'an de Danezana Balfourê hat ragihandin û li gorî wê hikumeta Brîtanyayê piştgirî da avakirina statuyeke neteweyî ya cihûyan li Filistînê. Bi vê yekê re plana bicihkirina koçberên Cihû yên ji çar aliyên cîhanê li Filistînê dest pê kir. (BI WÊNE).

Şêniyên li herêmên hikumeta Şamê bi hatina zivistanê re zehmetiyên mezin di peydakirina sotemeniyê de dikişînin. Şênî li şûna sotemeniyê berê xwe didin êzingan da ku xwe pê germ bikin. Wan êzingan jî ji parkan û daristanan peyda dikin ku bi xwe re zirarên mezin dide çandiniyê û hawîrdorê. (BI WÊNE).

Rêxistinên Civaka Sivîl bi hevkariya Desteya Jîngehê ya Herêma Cizîrê û Şaredariya Gel a Qamişloyê pêngava çandina daran li gundê Navkurê didin destpêkirin, saet di 09.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê wê navendeke radyolojiyê vedike, saet di 15.00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA