‘Hêviya me ji bo dîtina Rêber Apo mezin e’

Şêniyên bajarê Qamişlo der barê îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk de axivîn û diyar ku Hêviya wan ya ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan her diçe mezintir dibe.

‘Hêviya me ji bo dîtina Rêber Apo mezin e’
18 tîrmeh, 2025   02:35
QAMIŞLO

Pêvajoya ku bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk de bi pêş ket bi xwe re li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê rê li ber guhertin û weguhertinên nû vekir û pevajo ket qonaxeke nû.

Şêniyên bajarê Qamişlo derbarê mijarê de nêrînen xwe anîn ziman.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen diyar kir ku gerek her çar parçên Kurdistanê xwedî li vê banga Rêber Apo ya “Aştî û Civaka Demokratîk“ derkevin.

Hesen anî ziman ku pêwîsta Dewleta Tirk jî hîn gavan bavêje da ku êdî şer bê rawestandin û wiha got: “Min di sala 1991` an de Rêber Apo dît ev Ji min şensekî mezin bû û hêviya min gelek heye ku careke din ez ê Rêber Apo bibînim.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ubêt Etê jî da zanîn ku di 27`ê Sibata 2025`an de Rêber Abdullah Ocalan banga: “Aştî û Civaka Demokratîk.” kir piştî wê bangê gelek guhertin hate kirin û pirojeyên niha hatine despêkirin. Ji ber vê hêviyên gelan ji bo civaka deêokratîk hîn zêdetir bû.

Endama meclisa Jin ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê Semîra Remo jî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan banga çareseriya aramî û wekheviya hemû pêkhatiyan kir. Semîra diyar kir ku Bang Rêber Apo a dîrokî ne cara yeke û got: Rêber Apo dibêje pirsgirêka kurd dive bi awayekî siyasî bê çareserkirin û divê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe.”

Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD`ê Hêvîn Hesen jî wiha got: “Rêber Abdullah Ocalan hemû tiştê ku jê hate xwestin û guhertinên ji bo çareseriya anî ceh niha dura dewleta tirke.

(fk)

ANHA