Di bin îşkenceyê de ciwanekî Derayî hat kuştin

Hêzên hikumeta Şamê ciwanekî ji Derayî xistibû girtîgeha Sêdnaya, piştî 2 sal ji ragirtin û di bin îşkenceyê de ciwanê Derayî hat kuştin.

Di bin îşkenceyê de ciwanekî Derayî hat kuştin
21 îlon, 2024   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku ciwanekî ji Derayê di bin îşkenceya derûnî û fîzîkî de di girtîgeha Sêdnaya de hat kuştin. Ew ciwan ji gundê Şeara yê herêma Lecat ê Derayê ye.

Di girtîgehên hêzên Şamê de li kêlek rewşên tund û îşkenceyê bi hezaran welatî girtî ne, lê kêlek wê jî ji bo şantajkirina malbatên wan û wergirtina fîdyeyan rewşên wan tên bikaranîn.

SOHRʹê diyar kir ku ji destpêka 2024ʹan ve 43 welatî ji ber îşkenceyê di hundirê girtîgehên hêzên Şamê de hatine qetilkirin.