Xelkê Humsê nerazîbûna xwe li dijî şewitandina mezargeheke olî nîşan da

Komeke hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê mezargeheke olî li gundewarê rojhilatê Humsê şewatand. Li hember vê kiryarê xelkê herêmê hêrsa xwe nîşan da.

Xelkê Humsê nerazîbûna xwe li dijî şewitandina mezargeheke olî nîşan da
13 mijdar, 2025   19:01
HUMS

Nûçegihana me ji bajarê Humsê, diyar kir ku komeke hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê mezargeha Şêx Hemîd Ehmed Bin Beta El Şamî ya li herêma Mexrem ê rojhilatê Humsê şewatand.

Nûçegihan da zanîn ku bi fermanê berpirsê leşkerî yê herêmê yê bi navê Ebû Mariya mezargeh hat şewitandin. Piştî ew kom ji ji benda kontrolê ya Şêx Hemîd û ji bendeke din li Cib Ebas ên li rojhilatê Humsê vekişiyan mezargeh şewitandin.

Li gorî nûçegihan diyar kiriye, şênî li hember vê bûyerê bi hêrs bûn û got, "Ev kiryar dikeve nava xana kiryarên dubare yên bi armanca hedefgirtina mezargehên olî, bi taybet ên girêdayî taîfeya Elewî."

Xelkê herêmê diyar kir ku ev bûyer "binpêkirina aşkera ya mafên azadiya baweriyên olî, binpêkirina hurmetiya cih û mezargehên olî ye û li dijî pîvan û peymanên navneteweyî ye."

(fr)