'Li hember xiyanetê em ê her tim tê bikoşin’

Koçberên ji Efrînê diyar kir ku destê PDK`ê di sûc û kiryarên çeteyan ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heye û xiyaneta wê şermezar kir. Koçberan got: "Em ê li hember vê xiyanetê serî hildin."

'Li hember xiyanetê em ê her tim tê bikoşin’
24 mijdar, 2024   05:10
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Deverên Başûrê Kurdistanê yên di bin kontrola Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, veguherîne navendên kombûna leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker. Li Hewlêrê serçete û nûnerên çeteyan hatin pêşwazîkirin. Van çeteyan gelek sûc li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine.

Çeteyan di şeva Newroza 2023ˈyan de li bajarê Cindirêsê êrişî welatiyên Kurd ên xwestin agirê Newrozê dain, kir û di encamê de 4 kes hatin kuştin.

Têkildarî pêşwazîkirina serçeteyên koma Sultan Murad li Hewlêrê, koçberên ji Efrînê ji ajansa me re axivîn.

Henan Sîdo diyar kir ku dîroka mala Barzanî bi xiyanetê dagirtî yek û wiha got: “Ev ne cara yekem e ku çeteyên dewleta Tirk derbasî Başûrê Kurdistanê dibin. Divê gel rastiya mala Barzanî nas bike. Em ê li her çar parçeyên Kurdistanê bi hev re xwedî li destkeftiyên şoreşa xwe derkevin û li hember xiyaneta PDK`ê bê deng nemînin. Em ê hesab ji kesên ku destê wan di qetilkirina zarokên me de heye, bipirsin.”

Rûmet Beko destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze Kurdan tune bike û got: "Di vê dawiyê de PDK û ENKS bi çeteyan re li ser rewşa Kurdan nîqaşan dikin. Ev yek jî tu carî nayê qebûlkirin. Beriya niha jî li ser keleha Hewlerê ala Tirkan li ba kirin. Destê PDKˈê di qetilkirina gelê me de heye. Navê PDK`ê û malbata Barzanî di nava rûpelên dîrokê de bi xiyanetê dagirtî ye.”

Rûmet di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em Kurd li çar parçeyên Kurdistanê vê yekê qebûl nakin. Em ê li hember xiyaneta PDK`ê serî hildin.”

Ebdil Henan Mamo diyar kir ku PDK xeta xiyanetê didomîne û çeteyên ku destê xwe di kuştina zarokên Kurdan de heye, pêşwaz dike.

Mamo got: “Gelê kurd tu carî xiyaneta PDK û ENKS`ê ji bîr nake û dê li hember xiyaneta wan têkoşîna xwe jî dewam bike.”

Îbrahim Reşîd jî got çeteyên dewleta Tirk li Efrînê sûcên xwe didomînin, mînaka wê jî komkujiya şeva Newrozê bû, lê ENKS û PDK li hemberî vê yekê bê deng bûn û bi ser de jî pêşwaziya çeteyan dikin û wiha lê zêde kir: "Gelê Kurd li hember vê yekê bê deng namîne. Em ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin."

ANHA