Endama Fermandariya Hêzên Ewlekariyê: Li dijî tundiyê parastin erka me ye

Yek ji Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Helat Mihemed destnîşan kir ku tundiya li dijî jinan li herêmê bi hincetên cuda pêk tê û ji bo têkbirina tundiyê ew bi erka xwe ya dabînkirina ewlehiyê û parastina jinan radibin.

Endama Fermandariya Hêzên Ewlekariyê: Li dijî tundiyê parastin erka me ye
24 mijdar, 2024   07:40
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Têkildarî girîngiya xweparastina jin û awayê cezakirina sûcdariyê tundiya li ser jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yek ji Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Helat Mihemed ji ANHA`yê re axivî.

Helat Mihemed diyar kir ku ew çalakvanên jin ên ku li hemberî zîhniyeta desthildariyê têkoşîn dikin silav dikin û tundiya ku li dijî jinan li cîhanê pêk tê şermezar kir. Erka wan parastina jin bi taybet û gel bi giştî ye, xweparastin gelekî girînge. Xeta parastina jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi avakirina Hêzên Parastina Jin (YPJ) dest pê kir.

`BI HINCETÊN CUDA JIN RASTÎ QETILKIRINÊ TÊN`

Helat Mihemed destnîşan kir ku ew bi gelek şêwazan dixwazin tundiya li dijî jin bidin rawestandin, ji bo wê jî tensîqa wan dezgehên Rêveberiya Xweser bi giştî re heye. Li aliyekî din rêya semîner û belavkirina bruşûran de dixwazin hişmendiya xweparastin jin di nava civaka li herêmê de belav bikin.

Di balkişandina ser bûyerên ku jin rastî wan tên Helat Mihemed da zanîn ku bi hezarên salan heta roja jin rastî tundiyê tên û wiha pê de çû: “Îşkence, tecawiz, tundiya derûnî de û cureyên din ên tundiyê li dijî jinan tên pêkanîn. Bi hincetên cuda di nava wan de hinceta namûsê jin rastî qetilkirinê tê. Ji bo têkbirina tundiyê li herêmê hewildanên me heye û erka parastina jinan erka me ye.”

 `DI NAVA CIVAKÊ DE ASTENGÎ HENE`

Helat Mihemed diyar kir ku li hemû bajarok û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navendên wan yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin hene, ji bilî destwerdanên lezgîn, heke jin rastî tundiyê çi cure be bila bibe bê, serdana navendê dike û bûyera ku pê re derbas dibe vedibêje. Paşê ew doz derbasî Nivîsgeha Giliyan dibe dosya wê tê amadekirin, navbeynkarî bi mala jin re tê kirin û ew dozê radestî wan tê kirin. pirsgirêka li gorî qanûna jin (qanûna malbatê) tê çareserkirin. Piştre sewqî dadgehê tê kirin û li wir sûcdar tên cezakirin.

Têkildarî astengiyên ku li pêşiya rêgirtina ber tundiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdikevin Helat Mihemed got: “Ji ber kevneşopiya di nava civakê bi taybet di nava pêkhateya Ereb de gelek jin bi hêsanî nikarin serdana me bikin.”

`JI SEDÎ 50`Î ZÎHNIYETA BAVIKSALARÎ TÊK ÇÛYE`

Yek ji Endama Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Helat Mihemed diyar kir ku niha bi birêxistinbûyîna civakî re hişmendiya neqebûlkirina kirinên fikra desthildar derdikeve holê û dom kir: “Gelek gavên baş hatin avêtin. Heta niha ne bi tamamî em dikarin bêjin di asteke ji sedî 50`î zîhniyeta baviksalarî têk çûye, li herêmên Reqa, Tebaq û Minbic tevlîbûnên jin ji bo Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin baş dibin.”

ANHA