li pêşiya navenda koalîsyona navnetewî çalakiya şermezarkirinê

Bi dehan şêniyan li ber baregeheke Koalîsyona Navneteweyî ya Hesekê ji bo protestokirina bêdengiya li hember komkujiyên li ser Kurdan, çalakiya rûniştinê li dar xist. Şêniyan her wiha greva birçîbûnê da destpêkirin. Jineke Kurd jî dest bi greva birçîbûnê ya bêwext kir.

li pêşiya navenda koalîsyona navnetewî çalakiya şermezarkirinê
li pêşiya navenda koalîsyona navnetewî çalakiya şermezarkirinê
li pêşiya navenda koalîsyona navnetewî çalakiya şermezarkirinê
li pêşiya navenda koalîsyona navnetewî çalakiya şermezarkirinê
li pêşiya navenda koalîsyona navnetewî çalakiya şermezarkirinê
li pêşiya navenda koalîsyona navnetewî çalakiya şermezarkirinê
14 ÇILE, 2026   14:15
HESEKÊ

Ji bo şermezarkirina êriş û komkujiyên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdan ên Helebê û bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî, bi dehan şêniyan li ber baregeha koalîsyonê ya li Qesrikê a gundewarên Til Bayderê ya Hesekê, konê çalakiya rûniştinê danî û dest bi greva birçîbûnê kir. 

Di konê çalakiyê de, pankartên bi zimanên îngilîzî û erebî hatin daliqandin. Her wiha wêneyên komkujî û binpêkirinên li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê yên Helebê jî hatin daliqandin.

Di hundirê konê çalakiyê de, çalakvan di greva birçîbûnê de ne. Jina Kurd a bi navê Sîdem Mihemed ji bo protestokirina bêdengiya navneteweyî ya li hember komkujiyên li dijî Kurdan, dest bi greva birçîbûnê ya bêwext kir.

Sîdem Mihemed ji ajansa me re got: “Peyama me ji bo koalîsyonê ev e ku ew deyndarê me ne, ji ber ku me li dijî terorîzmê şer kir û bi hezaran ciwanên xwe ji bo mirovahiyê feda kirin, lê îro em bi bêdengiya navneteweyî re rû bi rû ne. Her kes pesnê Kurdan dide, lê dema ku ew rastî komkujiyan tên, cîhan bê deng dibe û tenê lê temaşe dike.”

‘DIVÊ KURD RABIN SERHILDANÊ’

Sîdem Mihemed got: "Divê Kurd li dijî xiyanet û komkujiyên ku li dijî şervan û gelê me hatine kirin ku cenazeyên me tên bêrûmetkirin, rabin serhildanê. Divê cîhan jî li dijî van binpêkirinan bisekine.”

Sîdem Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îro roja min a çaremîn a greva birçîbûnê ya heta mirinê ye, ez ê greva xwe ya birçîbûnê bidomînim heta ku cîhan hebûna me qebûl bike û bêdengiya xwe bişikîne. Peyama min ji bo Koalîsyona Navneteweyî zelal e; eger bi rastî xwedî li qanûnên navneteweyî û mirovî derdikevin, wê hingê divê vê bêdengiya xwe bişikînin.”

(k)