Merasîma sersaxiyê ji bo şehîdên berxwedana Şêxmeqsûdê

Şêniyên kantona Firarê sersaxî ji malbata şehîd fermandar Ziyad Heleb, Malik, Birûsk Mexaric, Hawar Qendîl, Gerîla Amara û Leya Qasim re xwest.

14 ÇILE, 2026   14:12
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê konê sersaxiyê ji bo fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb şehîd Ziyad Heleb (Ziyad Qedûr) ku 10’ê Çileyê di berxwedana Şêxmeqsûdê de şehîd bûbû, şervanên QSD’ê Malik (Malik Mihemed) ku 10’ê Çileyê dema erka xwe bi cih dianî li Tebqayê şehîd bû, Birûsk Mexaric (Behcet Îyî) ku 12’ê Çileyê li Kobanê şehîd bûbû û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hawar Qendîl (Dawûd Mihemed) ku 10`ê Çileya 2026`an li Şêxmeqsûdê di çalakiya fedaî de şehîd bûbû, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb Gerîla Amara (Amara Xelîl) ku 10’ê Çileyê di berxwedana Şêxmeqsûdê de şehîd bûbû û Leya Qasim (Hacîre Abozer O) ku 10’ê Çileyê di berxwedana Şêxmeqsûdê de şehîd bûbû, îro li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê veda.

Bi sedan şêniyên kantona Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn di merasîma sersaxiyê de amade bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî Silêman Silêman sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Gelê me yê welatparêz, îro dîrok careke din xwe dubare dike. Çawa ku di sala 1988`an de ku rêjîma Baasê bi gazên kîmyewî gelê me qetil kir. Îro jî eynî tişt xwe dubare dike. Li taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê berxwedaneke bêhempa hate meşandin. Şervanên me digot `ger em carê xwe bikin qurbanî jî, em nahêlin dijimin axa me dagir bike. Şehîdên me bi hemû hêza xwe li hemeberî dijmin berxwedaneke xurt meşand."

Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Fehan Hec Îsa destnîşan kir ku tiştê ku li taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê pêk hatiye, nûjenkirina dîroka Kurdistanê ye û wiha pê de çû: "Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nûjenkirina berxwedana bi hezaran salan a li ser axa Kurdan û Mezopotamyayê ye. Di şexsê fermandar şehîd Ziyad Heleb de, em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û em berxwedana gelê xwe yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav dikin. Em jî soz didin şehîdên xwe ku em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe ta azadiyê pêk bînin.”

Rêvebera Kongra Star a bajarê Şêranê Nadiya Hiso jî wiha got: "Dijmin dixwaze careke din îradeya vî gelî têk bibe. Em careke din soza xwe ji bo şehîdên xwe nû dikin, em ji şehîdên xwe re dibêjin hêrsa me bilind e, ji ber ku me xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin kiriye. Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin û berxwedana xwe xurttir bikin.”

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmên "Şehîd namirin","Berxwedan jiyan e" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(sş)

ANHA