Êrişên çeteyên hikumeta demkî li Tebqayê hatin şermezarkirin

Êriş û sûcên komên çete yên li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd, li Tebqayê bi meşekê hatin şermezarkirin û peyama piştgiriya berxwedanê hate dayîn.

14 ÇILE, 2026   14:30
TEBQA

Şêniyên kantona Tebqayê û koçberên Efrîn û Şehbayê yên ku li kantonê dimînin, ji bo şermezarkirina êrişên komên çete yên hikumeta demkî û dewleta Tirk a dagirker ên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê meşeke girseyî li dar xist. Nûnerên Rêveberiya Xweser, sazî, meclis, tevgerên jin û ciwanan, partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî meşê bûn.

Girseyê ji pêşiya Kampa Huriye dest bi meşê kir, pankartên "Em bang li civata navneteweyî dikin ku komîteyeke hiqûqî ya serbixwe ava bikin da ku komkujî û sûcên şer ên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatine kirine, aşkera bikin" vekirin. Her wiha wêneyên şehîd û birîndarên êrişê hildan û dirûşmên "Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê", "Bi can, bi xwîn em bi te re şehîd" û "Bijî berxwedana Asayîşê" berz kirin.

Girse li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweser rawestiya û deqeyekê rêz hat girtin. Piştre bi navê şêniyên kantonên Tebqa û Efrîn-Şehbayê hevserokê Meclisa Demokratîk a Gelan Ehmed El Xelef axivî û got: "Em li vir kom bûne da ku piştgiriya xwe bînin ser ziman û helwesta xwe ya li hemberî tevahî êriş û binpêkirinên li dijî gelê me yê Sûriyeyê ragihînin. Tevî ku salekê bêtir sembola dikatorî û despotîzmê ketiye, lê êşa gelê Sûriyeyê bi dawî nebûye. Hikumeta demkî jî bi heman zihniiyet û rêbazê dûrxistin û paşguhkirinê nêzî dibe û gelê Sûriyeyê ji navenda biryardanê dûr dixe."

Ehmed El Xelef diyar kir ku gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi mafê xwe yê xwerêvebirinê ve ya di çarçoveya Sûriyeyeke yekbûyî de girêdayî bû, lê ev yek bi hêzeke mezin a leşkerî û dronên Bayraktar ên Tirkiyeyê û ambargoyê rû bi rû ma. Van hêzan ne tenê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên van taxan dorpêç kirin, di heman demê de komkujî û binpêkirin li diîj gel kirin."

El Xelef bi bîr xist ku her du taxa li pêşberî çapemeniyê hatine girtin û binpêkirinên li dijî sivîlan têne kirin dewam dikin.

Ehmed El Xelef di dewama axaftina xwe de ev peyam da: "Ev her du tax ne bi tenê ne. Birîna gelê van taxan birîna me ye. Azadiya wan azadiya tevahî Sûriyeyê ye. Gelê me tama azadiyê kiriye û ji daxwaza xwe ya azadî û xwe rêvebirinê ve nayê xwarê. Em piştgiriya xwe bi berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeye, Dêr Hafir û Meskenê radigihînin. Em teqez dikin ku em bi peymana 10’ê Adarê a entegrekirina saziyên Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên leşkerî di nava Sûriyeyeke yekbûyî ya giştî de girêdayî ne.”

(b)

ANHA