Li Hemayê gaz nayê peydekirin

Krîza gazê li bajar Hemayê û gundewarên wê gihîştiye rêjeya nayê peydekirin û êdî şênî paporên gazê bi kar tînin.

Li Hemayê gaz nayê peydekirin
23 sibat, 2026   04:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên bajar û gundewarê Hemayê wê di meha Remezanê de ji bo peydekirina tûpên gazê zehmetiyên mezin dikişînin. Bi dehan xwaringeh hatine girtin û şênî êdî şûna gazê paporên gazê bikar tînin. 

Bûroya Ragihandinê ya Beşa Sotemeniyê ya Hemayê di daxuyaniyekê de gotibû ku pirsgirêka tûpên gazê awarte ye, barhilgirên tûpên gazê dereng mane û wê di demeke kin de çareser bibe.

Nûçegihanê me yê Hemayê ragihand ku tûpên gazê nayên peydekirin û şênî saetên dirêj li benda tûpan dimînin. Her wiha nûçegihanê me agahî da ku tûpa gazê fermî bi 125 hezarî tê guhertin û li bazara reş jî buhabûna wê di navbera 200-250 hezar lîreyê Sûriyê de ye.

Xwediyê xwaringeheke fûl û felafil jî got piştî buhabûna guhertina tûpên gazê gihîşte 500 hezar lîreyê Sûriyeyê wî xwaringeha xwe girtiye û bi vî buhayê wê barê welatiyan gelekî giran bibe.

Senai Mehmûd a ku meha Remezanê li mala xwe xwarinê çêdike û difroşê wiha got:" Tûpên gazê gelekî buha bûne ji ber vê yekê ez neçar im paporê bikar bînim."

Çalakvanan jî li ser medya dijîtal daxuyaniya Bûroya Ragihandinê ya Beşa Sotemeniyê ya Hemayê rexne kir û got: "Berî vê krîzê jî soz dabûn ku pirsgirêkê çareser bikin. Lê di piratîkê de tu gav nayên avêtin û şênî di peydekirina pêdiviyên xwe de gelekî zehmetî dibînin."

ANHA