Şaredariya Qamişlo dest bi sererastkirina Çerxerêya Zorê kir

Şaredariya Gel a bajarê Qamişloyê dest bi xebatên sererastkirin û amadekirina Çerxerêya Zorê kir.

Şaredariya Qamişlo dest bi sererastkirina Çerxerêya Zorê kir
22 sibat, 2026   20:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Pîşeyî ya Şaredariya Gel a bajarê Qamişloyê di çarçoveya plana şaredariyê ya pêşxistina û sererastkirina cihên giştî û xweşikkirinê li têketin û taxên bajêr de dest bi xebatên sererastkirin û amadekirina Çerxerêya Zorê kir.

Şaredariyê diyar kir ku piştî sererastkirin bi dawî bû ew ê wêneyên çerxerêyê parve bikin.

(fr)