‘Perwerde li Sûriyeyê hewceyî ezmûna rêveberiya xweser e’

Pisporên li kantona Tebqayê diyar kirin ku rêbazên perwerdeyê yên rejîma Baasê bûn sedema dabeşbûnên mezhebî û etnîkî, ji ber ku pêkhate û çandên wan paşguh dikir. wan dazaîn ku perwerdehiya li Sûriyeyê hewce ye ku ezmûna rêveberiya xweser qebûl bike.

‘Perwerde li Sûriyeyê hewceyî ezmûna rêveberiya xweser e’
17 kanûn, 2025   03:40
TEBQA

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li kantona Tebqayê, Mistefa El Nasir û rêveberên Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Tebqayê Xalid El Salih di derbarê pergala perwerdêye de ji ajansa me ra axivîn: 

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li kantona Tebqayê, Mistefa El Nasir diyar kir ku çanda perwerdeyê di dema rejîma Baasê de ne çandek civakê bû, lê çandek ku xizmeta rejîmê û desthilatdariya serdest dikir bû. Pêkhateyên Sûriyeyê, çandên wan û her tiştê ku bi wan ve girêdayî ye paşguh dikir.

El Nasir destnîşan kir ku çanda perwerdeyê di her civakê de divê li civakê û çand û baweriyên wê be û divê giyanekî neteweyî tê de hebe ku van çandan di çarçoveya yekitiya neteweyî de bike yek. Civateke hevgirtî bêyî yekbûna pêkhateyên wê nayê avakirin.

El Nasir da zanîn ku avakirina civateke hişmend, perwerdekirî û hevgirtî hewceyî vebûna li ser hemû çand û pêkhateyên di nav civaka Sûriyeyê de ye, ev yek çavkaniyeke hêz û aramiyê ye, ne ya qelsiyê ye. Divê ev raman di hemû astên perwerdeyê de, heya xwendina bilind were çandin.

Ji rêveberên Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Tebqayê Xalid El Salih diyar kir ku Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berdewamî dixebite ku rêbazên perwerdeyê bi pêş bixe û nû bike da ku li gorî hemû pêkhateyên herêmê be. Rêbazên perwerdyê bi 3 zimanên fermî têne amadekirin: erebî, kurdî û suryanî û ji bo pêşxistina wan û guncawbûna wan ji bo hemû civakan, komxebat têne lidarxistin.

El Salih diyar diyar kir ku rêbazên perwerdyê yê rejîma berê li ser bilindkirina yek alî û yek pêkhateya civaka Sûriyeyê bûn, di heman demê de pêkhateyên Sûriyeyê yên din paşguh kirin.

El Salih destnîşan kir ku rêbazên perwerdeyê yên Rêveberiya Xweser kir ku tu cudahiyê naxe navbera pêkhateyan. Rêbazên perwerdeyê ji bo parastina mafên ziman û çandî yên pêkhateyên cihêreng hatine amadekirin. El Salih diyar kir ku perwerdeya li Sûriyeyê hewceyî ezmûna Rêveberiya Xweser e. Perwerde ne ya yek pêkhateyê yan çandekê ye, lê divê li ser bingeha edalet û wekheviyê di navbera hemû pêkhateyan de be, di heman demê de mafên wan ên ziman û çandî biparêze.

(k)

ANHA