Li Hemayê aloziya ewlehiyê rû da

Li gundê Ebû El Qedûr ê navçeya El Hemra ya Hemayê, piştî nakokiyeke li ser erdên çandiniyê, alozî derketiye. Hat ragihandin ku hin desthilatdarên herêmî erdên xelkê desteser kirine û şewitandin. Ev yek bûye sedema nerazîbûna şêniyan.

Li Hemayê aloziya ewlehiyê rû da
14 tebax, 2026   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Ebû El Qedûr ê navçeya El Hemra ya li rojhilatê Hemayê, ji ber nakokiyeke li ser erdên çandiniyê, aloziya ewlehiyê derket. 

Li gorî çavkaniyên herêmî, Fadî El Casîm ê birayê fermandarê Wezareta Parastinê Mihemed El Casîm (Ebû Emşa) dest daniye ser erdên xelkê û şewitandine, paşê çekdarên eşîran li hember wî sekinîne û ew ji herêmê derxistine.

Li gorî çavkaniyan, çekdaran El Casim ji herêmê derxistiye. Lê ew paşê bi hêzeke mezin a polîsên leşkerî re vegeriyaye û bi zorê li gund bi cih bûye, ev yek jî bû sedem ku şênî daxwaza bidawîanîna binpêkirinên wî bikin.

(k)

ANHA