Li başûrê Îranê erd hejiya

Li başûrê Îranê berbanga îro bi pileya 5.5 erdhejek çêbû. Zanyariyên der barê ziyanan de nehatin dayîn.

Li başûrê Îranê erd hejiya
19 sibat, 2026   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Lêkolînê ya Almanyayê ya Zanistên Jeolojîk (GFZ) ragihand ku erdhejek bi hêza 5.5 pileyî li başûrê Îranê çêbûye.

Li gorî navendê, erdhej berbanga îro saet di 06.43’yan de û di kûrahiya 10 kîlometreyan de çêbûye.

 Heta niha tu agahiyên fermî der barê qurbanî yan ziyana madî de nehatine dayîn.

(bb)