Li Hema û Himsê protestoyên ajokaran

Ajokarên kamyonan ên bajarên Hema û Himsê protestor kir û banga daxwazên xwe û dûrxistina wezîrê veguhastinê û serokê desteya giştî yê deriyên sînor ên bejahî û deryayî yên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ji kar kirin.

Li Hema û Himsê protestoyên ajokaran
14 îlon, 2025   18:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ajokarên bajarên Hema û Himsê kar boykot kirin û banga dûrxistina wezîrê veguhastinê û serokê desteya giştî ya deriyên sînor ên bejahî û deryayî ji kar kirin. 

SOHR`ê da zanîn ku ajokar li pira Misfat a li ser rêya navneteweyî Hims-Tartusê û rêya Hims-Selemiye kom bûn. SOHR`ê aşkera kir ku endameke Hêzên Ewlehiyê yên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê rasterast gef li ajokaran xwariye ji bo ku çalakiya xwe rawestînin. Hemwextî wê, ajokaran bang li hevalên xwe yên li bajarên din kirin ku tev li çalakiya wan bibin ta ku daxwazên wan têne cih.

Ajokaran bang li çalakirina nivîsgehên sire, qadên pevguhertinê li deriyên sînor ên Sûriyeyê kirin. Hêjeyî bibîrixistinê ye ku nivîsgehên sire çêdikin bi gendeliyê û ehbabçawiştiyê tên tawanbarkirin.

Li gorî SOHR`ê ajokaran bang li dûrxistina wezîrê veguhastinê û serokê desteya giştî yê deriyên sînor ên bejahî û deryayî kir.

3`yê Tebaxê, li paytexta Şamê li qada Umawiyîn û li pêşiya avahiya parêzgehê, xwepêşandên cuda li dijî biryara ragirtina motorsîklêtan li dar ketin. Xwepêşandêran, biryar li dijî jêdera yekane ya quta wan bi nav kir namze ku rewşa jiyanî aloztir dibe.

(şx)