Li Helebê êrişa xwekujî: Kuştî û birîndar hene

Li herêma Bab El Ferec a bajarê Helebê êrişeke xwekujî hat kirin. Tê gotin, kuştî û birîndar hene.

Li Helebê êrişa xwekujî: Kuştî û birîndar hene
31 kanûn, 2025   23:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên me ji bajarê ragihand ku li bajar dengê teqînan hat bihîst.

Li gorî agahiyên destpêkê, kesek x li herêma Bab El Ferec a Helebê xwe teqandiye.

Medyayên ser bi hikumeta veguhês a Sûriyeyê ve îdia kirin ku êriş li dijî karwanekî "Hêzên ewlehiyê" hatiye kirin û kuştî û birîndar çêbûne.

Rêyên ku diçin cihê teqînê hatine girtin.

(b)