Asîman bi berf, baran û agirbaziyan bûye yek

Asîmanê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi avêtina agirbazî, barîna baran û berfê bûye yek.

Asîman bi berf, baran û agirbaziyan bûye yek
Asîman bi berf, baran û agirbaziyan bûye yek
Asîman bi berf, baran û agirbaziyan bûye yek
1 ÇILE, 2026   00:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li tevahî bajar û bajarokên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gel avêtina agirbaziyan, kombûnên malbatî û serdanên xizman şahiyên sersala 2026ˊan dest pê kirin. Li kêlek wê jî şêniyan berê xwe daye xwaringeh û qehwexaneyan. Ev rêûresm nîşan dide tevahî cîhan vê boneyê pîroz dikin.

Li deverên herêmê, bi armanca birêxistinkirina tevgera çûn û hatinê, parastina welatiyan, belavbûna ewlehiyê ya berbiçav heye.

Di heman demê de ji saetên sibehê ve berfê dibare, şaredarî û tîmên xizmetguzariyê jî ji bo vekirina rêyên sereke û şaxî ketine rewşên serferberiyêç

Ajansa me wêneyên avêtina agirbaziyan ku asîmanê tevahî bajar û bajarokên herêmê ronî kir girtin. Şêniyan hêviyên xwe yên saleke aramtir û aştiyanetir anîn ziman.

Li gel cudahiya şert û mercan, ev pîrozbahî li tevahî bajarên seranserî cîhanê jî tên kirin, ku sersal sembola nûkirin, belavkirina xweşbîniya bi siberojê ye.

(fr)

ANHA