Jinên Êzidî di salvegera fermanê de kampanyayek dan destpêkirin

Rêxistinên jinên Êzidî di salvegera 12’an a fermana 3‘yê Tebaxê ya li Şengalê de pêngaveke navneteweyî dane destpêkirin.

Jinên Êzidî di salvegera fermanê de kampanyayek dan destpêkirin
17 tîrmeh, 2026   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêngav bi dirûşmeya “Ji Bo Edalet û Azadî – Tû jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê” îro (17’yê Tîrmehê) dest pê kir û wê heta 25’ê Mijdarê (Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan) berdewam bike.

Daxuyanî bi amdaebûna endamên TAJÊ‘yê li çerxerêya Şehîd Mam Zekî ya li bajarokê Sinûnê ji aliyê Berdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya TAJÊ’ê Rîham Hiço ve hate xwendin. Di destpêka daxuyaniyê de şehîdên Fermana 3’yê Tebaxê hatin bibîranîn û wiha dewam kir: ”Di 3‘yê Tebaxa 2014´an de DAIŞ’ê li dijî civaka me qirkirina fîzîkî û çandî pêk anî. Fermana ku li ser civakê dan destpêkirin, di bingeh de fermaneke armanckirî û pergalî li dijî jinên Êzidî bû. Di şexsê jinê de xwestin bi Fermana 74´an civaka me li ser rûyê erdê tune bikin.

Bi nêzîkbûna salvegera fermanê, ku 12 salên xwe temam dike, em hemû cangorî û qurbanîyên fermanê bi bîr tînin, careke din êş û birînên civaka xwe parve dikin.

Di dîroka civaka me de ew roj weke Jenosîd û Femînîsîda li dijî mirovahiyê hat nivîsandin. Di sedsala 21´emîn de ev sûcê qirkirinê yê li dijî civaka me hat kirin, di esasê xwe de sûceke li dijî nirxên mirovahiyê, li dijî hebûn, çand, nasname û pîroziyên gelekî bûn. Li dijî çanda dayikxwaz sûceke giran bû ku hîna jî li benda hesab xwestinê ye. Di vê Jenosîd û Femînîsdê de bi hezaran kes hatin kuştin, revandin û li bazaran hatin firotin. Mirovên me yên ji fermanê rizgar bûne jî, bi deh hezaran ji mal û cih warê xwe hatin derxistin, Bi hezeran jin-keç û zarok hatin revandin, kirin kole, bidestdirêjî, tûndiya derûnî û fîzîkî re rû bi rû man.

Heta niha 19 welatan, gelek sazî û rexistinên navnetewî fermana li dijî civaka me, weke jenosîd fermî nas kirine lê ev naskirin bes nîn e. Ev femînîsîd û jenosîd, heta niha bi gelek şêwazên pergalî li dijî civaka me berdewam e. Gelek aliyên siyasî û hevkarên vê sûcê giran bi zanebûn armanc dikin ku rastiya fermanê tarî bikin û sûcên hatine kirin bidin jibîrkirin. Ev hewldan li ser her ferdeke civaka me bi rêbazên taybet û zirav tê ferzkirin.

Bi taybetî li dijî jinên heta niha rizgar bûne siyaseteke pir qirêj tê meşandin. Tevî ku 12 sal di ser fermanê re derbas dibin jî, lê hîna 2 hezar û 700 mirovên me û bi taybetî jinên Êzidî winda ne. Ronîkirina çarenûsa wan wê çarenûsa civaka me jî diyar bike. Ev windahî tenê hejmar nîn e, ev jiyan, bîranîn û çarenûsa jinên Êzidî ye ku heta niha bê agahî mane. Malbatên van dîlgirtiyan bi salane di nav êş, bêhêvîtî û bendewariyê de dijîn. Malbatên me yên her roj bi hêviya agahiyeke nû radibin, pir caran rastî bêdengkirinê tên. Li gelek welatên Ewropayê jî, malbatên xwedî kesên winda hene, ji piştgiriya pêwîst a qanûnî, derûnî û civakî bêpar in. Ev rewş êşa wan kêm nake berovajî zêdetir kûr dike.

Çawa ku 12 salin em li dîlgirtiyên fermanê dipirsin, ji bo rakirina gorên komî hesab dixwezin, em dîsa dibêjin heta yek windahiyê me û goreke komî li erdê be, em ê ji sûcdarên fermanê hesab bipirsin û li hemberî vê sûcê mirovahiyê bêndeng nebin.

Bi vê berpirsyariyê em weke TAJÊ, SMJÊ û hemû sazî û rêxistinên jinên Êzidî bi rasthatina salvegera 12’emîn a fermanê ji bo jin, zarok û mirovên me yê winda pêngava bi dirûşmeya:

 “Ji Bo Edalet û Azadî – Tû jî Bibe Dengê Dîlgirtiyên Fermanê” dest pê dikin. Ev pêngav ji 17’ê Tîrmehê dest pê dike û 25‘ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan didome.

Di salvegera 12’emîn a fermanê de destpêkirina pêngaveke wiha em ji bona xwe hem erk dibînin û hem biryardariya xwe ya hesab xwestinê tînin ziman. Ev pêngav hilbijartineke bi zanebûn e û ji bo tevahî jinên ku li dijî bêmafî û sûcên qirkirinê tê dikoşin bandgeke. Ji ber ku di fermanê de jin, zarok û dayîkên me êşên mezin kişandin. Yên ku heta niha jî winda ne piraniya wan jin û zarok in.

Armanca vê pêngavê; em di raya giştî ya cîhanî de vê rewşa giran ku civaka me li benda çareseriya wê ye berbiçav bikin û ji bo çarenûsa wan kesên winda têkoşîneke hiqûqî ya hevpar bidin meşandin. Dîsa ji bona em siyaseta li dijî kesên rizgar bûne tê meşandin vala derxînin û kiryarên valakirina Şengalê ji Êzidiyan tehşîr bikin dest bi vê pêngavê dikin. Bîranîna jenosîdê tenê bi daxuyanî anîna ser ziman nayê parastin. Ew bi berpirsiyarî û bi xebatên şênber tê parastin. Divê sûcdar bên darizandin û hesab ji wan bê xwestin. Ger cîhan li hemberî vê sûcê giran bêdeng bimîne, wê ev sûc û kiryar li ser tevahî jinên cîhanê rewa bê dîtin. Îro jî di encama şeran de jin û civak bi xetereya qirkirinê re rû bi rû ne. Em dibêjin yek jin jî, divê rastî van hovîtiyên dijmirovî neyê.

Heta ku hemû jinên winda neyên dîtin û aqûbeta 2 hezar 700 mirovên me neyên aşkerekirin û heta ku edalet neyê bicihanîn, wê têkoşîna me berdewam bike.

Li ser vê bingehê em bang li sazî û rêxistinên jinan ên cîhanî dikin, bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê, li hemû dewletên ku ferman weke jenosîd naskirine, rêxistinên navneteweyî yên mafê mirovan, saziyên çapemenî û ragihandinê û hemû kesên bi mafên wekhevî û demokrasiyê bawer in dikin, guh bidin vê pêngavê û erkên xwe yên mirovî bi cih bînin.

Sazî û rêxistinên jinên Êzidî yên daxuyanî dane ev:

-Tevgera Azadiya Jinên Ezidî (TAJÊ)

-Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî-Almanya (SMJÊ)

-Yekitiya Jinên Êzidî- Sûriye (YJÊS)

-Jinên Êzidî yên li Rûsyayê

-Jinên Êzidî yên li Ermenistanê.

Ji bo agahiyên berfireh/piştevaniya vê kampanyayê hûn dikarin têkilî bi rêya E-nameyê bi me re daynin: taje4women@smje .de"