Li Dêrazorê dewreyek Hêzên Xweparastinê der çû

Hêzên Xweparastinê yên kantona Dêrazorê dewreyeke din bi navê "Şehîd Ebû Zêd Ebdulqadir", ku piranî kesên tev lê bûne ji Hefta Gundan (7 Gundan) bûn, bi dawî kir.

Li Dêrazorê dewreyek Hêzên Xweparastinê der çû
Li Dêrazorê dewreyek Hêzên Xweparastinê der çû
Li Dêrazorê dewreyek Hêzên Xweparastinê der çû
Li Dêrazorê dewreyek Hêzên Xweparastinê der çû
Li Dêrazorê dewreyek Hêzên Xweparastinê der çû
Li Dêrazorê dewreyek Hêzên Xweparastinê der çû
Li Dêrazorê dewreyek Hêzên Xweparastinê der çû
Li Dêrazorê dewreyek Hêzên Xweparastinê der çû
4 hezîran, 2025   00:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Xweparastina dewreyek din bi navê  "Şehîd Ebû Zêd Ebdulqadir" bi merasîmekê li herêma Meamil a Akademiya Şehîd Zêbeq bi dawî kir. Di merasîmê de şênî, rûspiyên eşîran, nûnerên komîteyên meclisa sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Dêrazorê amade bûn.

Şahiya derçûnê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û dûre şervanên tev lê bûne turanek leşkerî pêşkêş kir.

Piştre bi navê Fermandariya Giştî ya Hêzên Xweparastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fermandar Nûrî Mehmûd axivî û got: "Tiştê li pêş benda me parastina welat, gel û rûmetê ye. Her wiha parastina armancên şoreşê ye ku temsîla Sûriyeya demokratîk dike ku tevahî Sûriyeyê tê de beşdar bibin."

Nûrî Mehmûd got ku divê her şervanek ji vê dewreyê der çûye erkê xwe yê parastina gel û xaka xwe di nav hêzan de bidomîne.

Dewreya "Şehîd Ebû Zêd Ebdulqadir", bi tevlêbûna 150 şervanan 2 mehan dom kir. Şervanan di dewreyê de dersên leşkerî û ramyarî standin.

Ev dewreya yekemîn e ku piraniya şervanên tev lê bûne ji 7 Gundên gundewarê Dêrazorê ne. Ew gund ku piştî hilweşîna rejîma Baas’ê hatine rizgarkirin.

Di dawiya merasîmê de şervanan sonda parastina herêmê û ewlehî, aramî û rûmeta hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê xwar.

(mh/fr)

ANHA