‛Pêkhateyên herêmê ji bo biserxistina projeya Rêveberiya Xweser yekdest in’

PYD’ê di civîna li bajarê Girkê Legê de girîngî da parastina destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê û diayr kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo biserxistina projeya Rêveberiya Xweser yekdest in.

‛Pêkhateyên herêmê ji bo biserxistina projeya Rêveberiya Xweser yekdest in’
‛Pêkhateyên herêmê ji bo biserxistina projeya Rêveberiya Xweser yekdest in’
‛Pêkhateyên herêmê ji bo biserxistina projeya Rêveberiya Xweser yekdest in’
‛Pêkhateyên herêmê ji bo biserxistina projeya Rêveberiya Xweser yekdest in’
‛Pêkhateyên herêmê ji bo biserxistina projeya Rêveberiya Xweser yekdest in’
12 gulan, 2025   00:03
GIRKÊ LEGÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li nivîsgeha Yekitiya Karkeran a Rimêlanê ya li bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê civînek li dar xist. Di civînê de rûspiyên eşîrên Kurdî yên bajêr û gundewarê wî amade bûn.

Di civînê de geşedanên siyasî yên li Sûriye û Rojhilata Navîn hatin nîqaşkirin.

Di serî de endamê PYD’ê Silêman Xelef li ser guhartinên siyasî yên herêmê axivî û got Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji bo diyarkirina helwesta Kurdî di Sûriyeya pêşerojê de, biryarên baş û girîng dan.

Xelef banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyeyê kir û girîngî da hevgirtina civakî li hemberî hewldanên têkbirina ewlehî û aramiya herêmê.

Xelef rola eşîrên Kurdî di parastina destkeftiyên herêmê de silav kir û got: “Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo biserxistina projeya Rêveberiya Xweser yekdest in.”

(mh/fr)