Li Heleb, Dêrazor û Dirbêsiyê Komploya Navneteweyî hat şermezarkirin

Bi boneya nêzbûna salvegera 26ˋan a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Helebê, Dêrazor û Dirbêsiyê çalak hatin lidarxistin.

10 sibat, 2025   21:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja 15ˋê Sibatê salvegera 26ˋan a Komploya Navneteweyî ye ku di şexê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd hat pêkanîn.

Ji bo şîrovekirina armancên komployê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dest bi lidarxistina rêzecivînên girseyî kir.

Li kafetiriya Parka Efrîn a li taxa Eşrefiyê bi beşdariya endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û xelkê bajarê Helebê civînek hat organîzekirin.

Di civînê de hevseroka Meclisa Perwerdê ya Helebê Sûad Hesen û endamê Komîteya Perwerdê ya Meclisa Şehîd Cengîz, Mustefa Kolik axivîn û got: "Ji bo bidawîkirina alozî û şerên li ser bingeha irqî û mezhebî yên li Rojhilata Navîn Rêber Abdullah Ocalan çareseriyên bingehîn ji bo siberojê danîn. Ji lew re Rêbertî bû armanca rejîmên desthilat û komplo li dijî wî, pêk anîn."

Axêveran got komplo didome, lê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe, divê li tevahî qad û meydanan têkoşîn were mezinkirin.

Civîn bi diruşmên "Bê Serok Jiyan Nabe" û"Bijî berxwedana Rêbertî" bi dawî bû.

DÊRAZOR

Girêdayî heman mijarê, rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Dêrazorê li hola Desteya Jinan a Meclisa Rêveber a Herêma Meamil a gundewarê Dêrazorê panelek li dar xist. Di panelê de endamên deste û komîteyên Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê beşdar bûn.

Di panelê de têgîna Komploya Navneteweyî û çawaniya teslîmkirina Rêber Abdullah Ocalan ji dewleta Tirk re hatin nîqaşkirin.

Di heman demê de nêrîna Rêber Abdullah Ocalan a têkildarî adat û kevneşopiyan hat nîqaşkirin. Rêber Abdullah Ocalan ev adat û kevneşopî weke faktorên civakan li derveyî desthilata dewletê dihêlin û diparêzin dît û ev civak weke nûnertiya neteweya demokratîk wesif kir.

DIRBÊSIYÊ

Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşeke meşaleyî li dar xist. Di çalakiyê de endamên yekitiyê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, endamên sazî û meclisên bajêr beşdar bûn.

Meş ji pêş navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ber bi Çerxerêya Gardînya ve dest pê kir. di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Yekitiya Jinên Ciwan hatin hildan.

Li çerxerêyê meş vegerî mîtîngê û li wir endama Yekitiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê Nor Ebas axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker ji bo şikandina vîna gelên azadîxwaz êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne."

Nor wiha domand: "Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jinên tolhildêr di tevahî aliyên jiyan û qadên têkoşînê de xwe îsbat kir. Her wiha azadiya fîzkî ya Rêbertî ji bo Rojhilata Navîn klîta çareseriyê ye."

Nor di dawiyê de bang li tevahî jinên ciwan kir ku di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de têkoşînê bilind bikin.

(fr)

ANHA