Siyasetmedarê Sûriyeyî Selman Şebîb wefat kir

Siyasetmedarê Sûriyeyî Selman Şebîb di temenê 63 saliyê de, ji ber nexweşiyekê, wefat kir

Siyasetmedarê Sûriyeyî Selman Şebîb wefat kir
10 sibat, 2025   21:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedarê Sûriyeyî Silman Şebîb, ji ber nexweşiyekê, di temenê 63 saliyê de koça dawî kir.

Şebîb serokê Desteya Damezrîner a Partiya Sûriye Ewlen û endamê Komeleya Navneteweyî ya Pispor û Şîrovekarên Siyasî bû.

Şebîb ji bajarê Humsê ye, dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyeyê re red dikir.

Şebîb di hevdîtinên xwe yên berê yên li gel ajansa me û dezgehên çapemeniyê yên dîtir de banga pêkanîna demokrasiya rasteqîn li Sûriyeyê kir, piştgiriya projeya Rêveberiya Xweser kir û gelek caran piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re nîşan da.

(fr)