ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-05-2026
4 gulan, 2026   02:00

Jinên ji bajarê Kobanê destnîşan kir ku tecrîd li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewam dike û got "Daxwaza me jinan azadiya Rêber Apo ye, bi azadiya wî re dê pirsgirêk werin çareserkirin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Kesayetên ji bajarê Hesekê aştiya navxweyî wekî kevirê bingehîn ê ku Sûriyeyê ber bi aramiyê ve bibe bi nav kir û got, diyalog û lihevkirina di navbera hemû pêkhateyên civakî de jî rêya yekane ya çareserkirina aloziyan û avakirina welatekî dadperwer e ku mafên hemû welatiyên xwe biparêze. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamê KNK'ê Dr. Silêman Îlyas Konferansa 26'ê Nîsana 2026'an xaleke girîng di dîroka gelê Kurd de bi nav kir û anî ziman ku ji ber zextên herêmî û berjewendiyên partiyekî biryarên konferansê li ser erdê nehatin pêkanîn. Silêman Îlyas diyar kir ku yekitiya kurdî mîsogeriya mafan û xurtkirina çareseriya siyasî li Sûriyeyê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Di navbera Wezareta Darayî de û Şirketa Petrolê ya Sûriyeyê de têkildarî dahatên neft û gazê de nakokî nehe. Ev yek jî pirsên cidî li ser kî fonên giştî birêve dibe û mekanîzmayên çavdêriya dahatên petrolê li Sûriyeyê çi ne, derdixin holê.

Xelkê bajarên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxayê li Qada Navenda HPCˊê ya Girkê Legê sersaxiyê dide malbatên 4 şehîdên QSDˊê û Asayîşê, saet 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Partîkê Antakya û Tevahî Rojhilat û serokê Bilind ê Dêra Suryanî ya Ortodoks a Antakyayê Mar Ignatius Ephrafm ê Duyemîn (Seîd Kerîm) li Dêra Marsiya El Hekîm a Dirbêsiyê tê pêşwazîkirin, 11.30ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN