Li gundewarê rojhilatê Şedadê kalemêrek hat kuştin

Li herêma El Deşîşe ya gundewarê rojhilatê navçeya Şedadê ya Parêzgeha Hesekê, di saetên dereng ên şevê de kalemêrek li mala xwe hat kuştin.

Li gundewarê rojhilatê Şedadê kalemêrek hat kuştin
18 cotmeh, 2026   13:21
HESEKÊ

Çavkaniyan ji ajansa me re ragihand ku kalemêrê bi navê Îd Hemîd (60) yê ji eşîra El Cibûr beşa Elbûhesûnî, li mala xwe, di nava cihê razana xwe de hatiye kuştin, ev bûyera kuştinê piştî serdegirtina mala wî ji hêla kesên nenas ve pêk hat.

Heta niha sedema pêkanîna vî sûcî û hurgiliyên wê nehatiye naskirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêmê dest bi lêpirsînê kiriye.

(sb)

ANHA