El Şera şêwirmendê aborî û serokê cîbcîkar ê şîrketa petrolê tayîn kir

Ehmed El Şera bi 2 biryarnameyan Umer Samir El Helebî kir Şêwirmendinê Kar û Barên Aborî yê Serokkomariyê û Serokê Meclisa Rêveber a Fona Navendî ya Dewletê, her wiha li şûna Yûsif Qeblawî jî, Mahir Xelîl El Hesen kir Serokê Cîbicîkar ê Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê.

El Şera şêwirmendê aborî û serokê cîbcîkar ê şîrketa petrolê tayîn kir
18 cotmeh, 2026   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şera biryarnameyek bi hejmara 191 (2026) derxist, di biryarnameyê de Endezyar Umer Samir El Helebî kir Şêwirmendê Kar û Barên Aborî yê Serokkomariyê û Serokê Meclisa Rêveber a Fona Navendî ya Dewletê, li kêlek vê yekê wê ew erka xwe ya şêwirmendiya aboriyê pêk bîne.

Her wiha bi biryarnameyeke din a hejmara 190 (2026) El Şera li şûna Yûsif Qeblawî, Mahir Xelîl El Hesen kir Serokê Cîbicîkar ê Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê.

(sb)