Li gundewarê Reqayê di êrişa çeteyan de zarokek jiyana xwe ji dest da

Hêzên Ewlakariya Hundrîn ragihand ku çeteyên hikumeta demkî li gundê Xanim El Elî yê Reqayê êrişî malên sivîlan kir û di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da.

Li gundewarê Reqayê di êrişa çeteyan de zarokek jiyana xwe ji dest da
17 ÇILE, 2026   20:23

Hêzên Ewlakariya Hudnrîn  li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên hikumeta demkî li gundê Xanim El Elî yê li rojhilatê Reqayê êrişî malên sivîlan kir û di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da.

 Hêzên ewlekariyê di daxuyaniya xwe got ku berpirsyarê vê sûcê hêzên kikumetê ne û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku berpirsiyariyên xwe bigirin ser xwe, lêpirsînek zelal bidin destpêkirin, û bi baldarî bixebitin da ku van binpêkirinên dubare yên li dijî sivîlan rawestînin.

(k)