Macron û Barzani banga kêmkirina rageşiyê li Sûriyeyê kirin

Serokê Fransayê û Serokê Herêma Kurdistanê, di pêwendiyeke telefonî de, daxwaza agirbesteke domdar kirin, û bal kişandin li ser girîngiya ji nû ve destpêkirina hevdîtinan û bicîhanîna peymanên heyî.

Macron û Barzani banga kêmkirina rageşiyê li Sûriyeyê kirin
17 ÇILE, 2026   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniyek ji Qesra Elysée, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani îro daxwaza "kêmkirina rageşiyê" li Sûriyeyê û "lihevkirineke li ser agirbesteke domdar" kirin.

Di daxuyaniyê bal hat kişandin ser girîngiya "ji nû ve destpêkirina hevdîtinan ji bo bicîhanîna peymana 10`ê Adarê".

Li gorî daxuyaniyek ofîsa Nêçîrvan Barzanî, wî banga " bicihkirina mafên gelê Kurd di destûra bingehîn a Sûriyeyê ya siberojê de" kir.

(k)