Li gundewarê Kobanê 2 malbat li hev hatin

Rêveberiya Xweser û Komîteya Lihevanînê ya kantona Firatê 2 malbatên gunekî kantona Firatê ku di navbera wan de nakokî hebûn, li hev anîn.

15 mijdar, 2024   19:26
KOBANÊ

Komîteya Lihevanînê ya kantona Firatê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê û Meclisa Edaleta Civakî 2 malbatên ji gundê Bîr Mela yê başûrê bajarê Kobanê ku di navbera wan de nakokî hebûn, li hev anîn.

Piştî 4 mehan ji hewldanên lihevanînê, sibeha îro rûspî û rêveberên kantinê berê xweda gund da ku malbata Hemdî Mamo û Mamo Îso ku pismamên hev in û berî 7 salan ji ber bûyera kuştinê nakokiyên malbatî di navbera wan de çêbibûn, li hev bînin.

Di serî de hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk a kantona Firatê Enwer Muslim lihevhatina herdu malbatan pîroz kir û got: "Tiştekî xweş e ku herdu malbat nakokiya deynin aliyekî û li hev werin. Hezkirin û hevbeşî bingeha jiyana birûmet in. Di qonaxeke wiha de ku herêm di bin gefan û metirsiyan de ye, gelê me ji bo nakokiyan ne amade ye."

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bekir Hec Îsa destnîşan kir ku ev lihevhatin mînakek e û banga yekkirina eniya hundirîn ji bi têkbirina êrişan, kir.

Piştî xwendina peyaman endamên herdu malbatan silav da hev û ji bo bi sedan beşdar xwarin hat danîn.

(mh/şx)

ANHA