Li Qamişlo li ser jîngehê û rola komele û saziyên jîngehparêz panel

Di çarçoveya 10`emîn Mîhrîcana HRRK’ê de, bi sernavê "Li Rojavayê Kurdistanê rewşa jîngehê û rola komele û saziyên jîngehparêz’ panelek hate lidarxistin.

Li Qamişlo li ser jîngehê û rola komele û saziyên jîngehparêz panel
Li Qamişlo li ser jîngehê û rola komele û saziyên jîngehparêz panel
Li Qamişlo li ser jîngehê û rola komele û saziyên jîngehparêz panel
Li Qamişlo li ser jîngehê û rola komele û saziyên jîngehparêz panel
Li Qamişlo li ser jîngehê û rola komele û saziyên jîngehparêz panel
Li Qamişlo li ser jîngehê û rola komele û saziyên jîngehparêz panel
Li Qamişlo li ser jîngehê û rola komele û saziyên jîngehparêz panel
Li Qamişlo li ser jîngehê û rola komele û saziyên jîngehparêz panel
15 mijdar, 2024   18:56
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) panela bi ser navê "Li Rojavayê Kurdistanê rewşa jîngehê û rola komele û saziyên jîngehparêz" li navenda HRKK’ê ya bajarê Qamişloyê li dar xist.

Di panalê de endamên Desteya Çandî ya Kantona Cizîrê, rewşenbîr, mamoste, helbestvan, nivîskar û gelek kes amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, panel bi axiftina çalakvanê ekolojiyê mamoste Mihemed Hisên, Dr. Mihemed Hibo, endezyara çandiniyê û mamosteya Zanîngeha Rojava Awaz Silêman û Hîndekarê Zanîngeha Rojava ya beşa Erdnigariyê Dr. Heval Fatimê re, bi rê ve çû.

Hîdekarê Zanîngeha Rojava ya beşa Erdnigariyê Dr. Heval Fatimê di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jîngeha Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku gelek zext li ser jîngehê têne kirin.

Heval Fatimê di berdewamiya axaftina xwe de îşaret bi zextên dewleta Tirk a dagirker a li ser herêmê kir û got: “Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê, rewşa heyî hîn bêhtir giran dike û rexmî ku di qanûnên navneteweyî de li ser welatan qutkirina avê sûc e jî, lê dewleta Tirk avê li ser herêmê qut dike.”

Endezyara çandiniyê û mamosteya Zanîngeha Rojava Awaz Silêman diyar kir ku li tevahiya cîhanê guhertina hewayê, ango bikaranîna maddeyên kîmyewî, petrol, mazot, kêmbûna baranê û tunebûna daristanan ji sedî 5 germahiya erdnigariyê zêde kiriye û destnîşan kir ku rewşa heyî li Rojavayê Kurdistanê hîn bêhtir metirsiyan ava dike.

Çalakvanê Ekolojiyê mamoste Mihemed Hisên di nirxandinên xwe de qala zanista ekolojiyê kir û destnîşan kir ku zanîsta ekolojiyê dikare hemû zanistên din bi hev re girê bide.

Mihemed Hisên da zanîn ku ekolojî; têkiliya mirov a bi hawîrdorê re ye û got; “Ekolojî di navbera exlaq û felsefeyê de mîna pirekê ye. Ger zanista ekolojîk bibe zanista civakî, wê hemû pirsgirêkên heyî çareser bibin. Naxwe di rewşa heyî de, mirov bi destê xwe mirina xwe amade dike.”

Dr. Mihemed Hibo jî balkişand ser deشrmanên tibî û yên zîraî ku li herêmê tên bikaranîn û destnîşan kir ku derman piştî kontrolkirinê bên dayîn.

Dr. Mihemed Hibo di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hin cureyên dermanên ku ji aliyê welatan ve hatine qedexekirin li sûkên bajarên me bê ser û ber têne firotin. Ji bo vê jî pêwîste demildest saziyên peywendîdar hîn bêhtir li ser kontrolkirina dermanan bisekinin.”

Panel bi pirs û bersivên beşdaran û bi nêrîn û çareseriyên pirsgirêkên muhtemel berdewam kir.

)bm/şx)

ANHA