Tevgera Ciwanên Şoreşger nasnameya şehîdekê aşkere kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku rêvebera wê Ronahî Amanos (Hêvîn Hisên) di encama krîza dil de li bajarê Qamişloyê şehîd bûye.

Tevgera Ciwanên Şoreşger nasnameya şehîdekê aşkere kir
15 mijdar, 2024   19:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku şehîd Ronahî bi lehengî û îradeyeke mezin kar dikir û di gelek salan de bi fedakarî xebitye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şehîd Ronahî berî çend rojan ji ber krîza dil di nexweşxaneyê de dihate dermankirin lê tevî hewldanên bijîşkan, Ronahî Amanos li nexweşxaneya şehîd Xebat Dêrik a bajarê Qamişlo şehîd bû.

Agahiyên li ser nasnameya şehîd bi vî rengî ne:

Nav û paşnav: Hêvîn Hisên

Navê tevgerî: Ronahî Amanos

Navê dayikê: Xedîce

Navê bav: Elî

Cih û dîroka jidayîkbûnê: 1 - 1 - 2000 / Ehres - Şehba

Cih û dîroka şehadetê: 15 - 11 - 2024 / Qamişlo

(mh/şx)