Li gundên Efrînê baxçe dîsa geş bûn

Şêniyên gundên bajarê Efrînê ji ber bilindbûna bihayan û kêmbûna hêza kirînê, ji bo dabînkirina pêdiviyên rojane yên malbatên xwe, di malan xwe de sebze diçînin.

Li gundên Efrînê baxçe dîsa geş bûn
Li gundên Efrînê baxçe dîsa geş bûn
Li gundên Efrînê baxçe dîsa geş bûn
Li gundên Efrînê baxçe dîsa geş bûn
Li gundên Efrînê baxçe dîsa geş bûn
Li gundên Efrînê baxçe dîsa geş bûn
13 tîrmeh, 2026   15:39
EFRÎN

Efrîn herêmeke ku bi axa bereketdar û çandiniya xwe navdar e. Li herêmê gelek cûreyên sebze û fêkî tên çandin û çandinî ji bingehên aboriya gelê herêmê tê hesibandin.

Di 9 salên borî de, ji ber şertên dagirkirinê û astengiyên ku li herêmê hatin afirandin, çandiniyê zirar dît. Lê îsal, tevî kêmbûna derfet û alîkariyan, şêniyên Efrînê dîsa axa xwe çandine.

Herwiha, barana zêde ya vê salê bû sedem ku axa çandiniyê têr bibe û şertên berhemdayînê baştir bibin.

Li gundan, hema hema her malbatek di baxçeyê mala xwe de sebzeyên cûrbicûr diçîne. Ew berhem ji bo xwarina rojane bi kar tînin, beşekê ji bo zivistanê diparêzin û ya ku zêde dimîne dide cîranan an jî difiroşe bazar û dîkanan.

Di nav berhemên ku li baxçeyan tên çandin de encor, xitî, qawîn, zebeş, bacanê sor, bacanê reş, îsot û bamî hene.

Şêniyên Efrînê dibêjin ku piştî 9 salan, cara yekem e ku ew bi vî awayî li axa xwe dixebitin û bi destê xwe pêdiviyên malbatên xwe dabîn dikin.

(ha)

ANHA