Şandeya Îmraliyê wê roja çarşemê hevdîtineke krîtîk pêk bîne

Şandeya Îmraliyê ya Partiya DEM’ê ji bo nîqaşkirina qanûna çarçove û amadekariyên nû yên yasayî, roja Çarşemê bi Serokê Meclîsa Tirkiyê Numan Kurtulmuş û Efkan Ala re dicive. Li aliyê din, tê payîn ku şande di demeke nêz de serdana Îmraliyê jî bike.

Şandeya Îmraliyê wê roja çarşemê hevdîtineke krîtîk pêk bîne
13 tîrmeh, 2026   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Hefteyeke krîtîk di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de destpêkir. Şandeya Îmraliyê ya Partiya DEM’ê dê roja Çarşemê bi Serokê Meclîs Tirkiyê Numan Kurtulmuş û Efkan Ala re bicive.

Her çiqas nîqaş li ser çawaniya avakirina çarçoveya yasayî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berdewam dikin jî, bal li ser amadekariyên ku li Parlamentoyê diqewimin jî tê kişandin. Bi nêzîkbûna salvegera yekem a şewitandina çekên Koma Aştî û Civaka Demokratîk di 11’ê Tîrmehê de, hem lezkirina amadekariyên yasayî li Parlamentoyê û hem jî îhtîmala civîneke nû li Îmraliyê vê hefteyê dike yek ji qonaxên herî krîtîk ên pêvajoyê.

‘DİVÊ QANÛNA ÇARÇOVE Bİ OCALAN RE BÊ GOTÛBÊJKİRİN’

Çavkaniyên Partiya DEM’ê israr dikin ku pêşnûmeya pêşerojê divê gerîlayên tevgera azadiyê yên ku vedigerin nexe kategoriyan û divê Qanûna Çarçove bi heman awayê ku di 24’ê Gulanê de bi Rêber Abdullah Ocalan re hatiye danûstandin, were rojevê.

Li gorî agahiyên Ajansa Welat bidestxistin, tê payîn ku pêşnûme heta roja duşemê bigihîje partiyên siyasî û piştî nîqaşan, dê ji hêla endamên Şanda Îmraliyê ya Partiya DEM’ê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol ve li Îmraliyê ji bo pejirandin û nîqaşê pêşkêşî Rêber Abdullah Ocalan were kirin.

ZÊDETİRÎ 50’Î ROJ İN KU Lİ ÎMRALİYÊ HEVDÎTİN ÇÊNABİN

Ji bilî gotegotên ku di nav partiya desthilatdar de derbarê pêşnûmeya qanûnê de belav dibin, tu agahiyên zelal derbarê pêşnûmeyê de ji siyasetmedaran re nehatine ragihandin û nêzîkî 50’î rojan e ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re yek hevdîtin jî çênebûye.

BERÎ HEVDÎTİNA ÎMRALİYÊ TRAFÎKA DÎPLOMASİYÊ YA Lİ ENQEREYÊ

Tê payîn ku şanda Îmraliyê vê hefteyê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike. Berî hevdîtinê, çavkaniyên ji Partiya DEM’ê diyar kirin ku endamên şanda Îmraliyê ya Partiya DEM’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dê roja Çarşemê bi Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş û Cîgirê Serokê Koma AKP’ê Efkan Ala re hevdîtinê bikin.