Tîma Hîlal wê beşdarî Şampiyoniya Rojavayê Asyayê bibe

Dê Tîma El Hîlal a Jinan a Futbolê li ser navê Sûriyeyê beşdarî Şampiyona Rojavayê Asyayê bibe. Şampiyon di 28`ê Tîrmehê (2026) li Urdunê dest pê dike. 

Tîma Hîlal wê beşdarî Şampiyoniya Rojavayê Asyayê bibe
13 tîrmeh, 2026   15:53
QAMIŞLO

Dê Tîma Hîlal a Futbolê li ser navê Sûriyeyê beşdarî Şampiyoniya Rojavayê Asyayê bibe. dê maç navbera 28’ê Tîrmehê-5’ê Tebaxê (2026) li Urdunê pêk tê. 

Li ser asta welatên Rojavayê Asyayê wê di şampiyonê de, 6 tîm bên beramberî hev. Tîm weke du grup dê bên pêşberî hev. 

Gruba yekemîn: Etihad Clup (Urdun), Banaat FC (Îmarat), Beirut Football Academy (Libnan) 

Gruba duyemîn: Al-Hîlal (Sûriye), North Oil (Iraq), Al-Nasser FC (Erebîstana Siudî)

Tîma El Hîlal ji bo beşdar bibe dê sibe ji bajarê Qamişloyê herêma Cizîrê ber bi Şamê ve bikeve rê. Piştî 10 rojan li Şamê bimîne, dê derbasî Urdunê bibe. 

Lîstika yekemîn a Tîma El Hîlal bi Al-Nasser FC re di roja 28’ê Tîrmehê de (demjimêr 17.00) pêk tê. Lîstika duyemîn jî dê bi tîma North Oil 1’ê Tebaxê pêk bê.

Tîma El Hîlal a Jinan a Futbolê ya Qamişloyê, di Nîsanê (2026) de, di Lîga Futbolê ya Sûriyeyê bû şampiyon.

(bî/ha)

ANHA