Li gorî NY'yê, 676 milyon jin di bin metirsiyê de ne

Rêxistina Kar û Barên Jinan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di nava 80 salên borî de heta niha 676 milyon jin li herêmên metirsîdar de dijîn û rûbirûyî karesatan bûne. Li gorî rêxistinê, di sala 2025’an de zêdetirî 9 hezar bûyerên tûndûtîjiya zayendî hatine tomarkirin.

Li gorî NY'yê, 676 milyon jin di bin metirsiyê de ne
22 gulan, 2026   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Karûbarên Jinan a Neteweyên Yekbûyî der barê rewşa jinan a ji ber şeran de raporek belav kir.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku cîhan di qonaxa herî dijwar a şerên çekdarî de piştî sala 1946’an re derbas dibe û niha 676 milyon jin li herêmên metirsîdar de dijîn ku encamên şer bi aweyek neyeksan û giran herî zêde bandorê li wan dike.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, di şer û pevçûnên sala 2025’an de zêdetirî 37 hezar sivîl hatine kuştin ku yek ji pênc parên wan jin bûn. Hate gotin ku di dema şer de tûndûtîjiya zayendî weke stratejiyeke zanebûn ji bo tirsandinê tê bikaranîn, bi vî awayî li Sûdanê hewcedariya jinan bi alîkariyê ji ber tûndûtîjiya zayendî çar qat zêde bûye û di sala 2025’an de 9 hezar û 300 bûyerên piştrastkirî yên tûndûtîjiya zayendî hatine tomarkirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku heta dawiya sala 2024’an zêdetirî 123 milyon kes koçber bûne ku tê de rewşa 700 hezar jinên li Xezeyê ji ber nebûna kelûpelên tendurustiyê gihîştiye asta karesatê. Li Ukraynayê jî jin ji sedî 72 ji rêjeya bêkariyê pêk tînin û dahata wan ji sedî 41.4 ji ya mêran kêmtire. Li Afganistanê jî ji sedî 78 ji jinên ciwan ji xwendin û kar hatine bêpar kirin, ev yek jî rêjeya mirina dayikan di dema zayînê de ji bo zêdetirî sedî 50 bilind kiriye.