Trafîka li Hurmuzê car din dest pê kir

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku trafîka li Tengava Hurmuzê car din dest pê kir.

Trafîka li Hurmuzê car din dest pê kir
22 gulan, 2026   16:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya artêşa Îranê de hate diyarkirin ku di nava 24 saetên dawî de 35 keştî li tengavê derbas bûne.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku tankerên petrolê û keştî bi Hêzên Deryayî yên Artêşa Pasdaran a Îranê re di nava koordînasyonê de derbas bûne.

Piştî êrişên ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê meha Sibatê li ser Îranê dan destpêkirin, rêveberiya Tehranê kontrola Tengava Hurmuzê bi dest xistibû.

Piştî şer li herêmê çûn û hatina li ser deryayê, di rêjeyeke girîng de rawestabû.

Hat ragihandin ku keştî tenê dikarin di korîdoreke teng a hatî diyarkirin re derbas bibin û ji bo vê yekê jî pereyên zêde tê xwestin.