Li Reqayê li dijî biryara hilweşandina xaniyanan xwepêşandanek hate lidarxistin

Li Reaqayê li dijî plana parêzgariyê ya hilweşandina xaniyên li herêma bakurê xeta trênê xwepêşandanek li dar xistin.

Li Reqayê li dijî biryara hilweşandina xaniyanan xwepêşandanek hate lidarxistin
22 gulan, 2026   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma rojavayê Çerxerêya Hezimayê ya li bakurê bajarê Reqayê, li dijî biryara parêzgariyê ya hilweşandina xaniyên li herêma bakurê xeta trênê, xwepêşandaneke girseyî ji aliyê şêniyan ve hate lidarxistin.

Di dema xwepêşandanê de, xwepêşandêran dirûşmên bi daxwaza ji kar dûrxistina parêzgar qîr kirin.

Şêniyan daxwaza çareseriyeke dadperwer û mayînde ji bo pirsgirêkê kir ku mafên wan ên bicihbûnê garantî bike, her wiha daxwaz kirin ku biryara hilweşandinê were rawestandin.

Her wiha şêniyan destnîşan kir ku biryara hilweşandinê bandorê li nêzîkî 3 hezar û 700 xaniyan dike û dê bibe sedema koçberbûna zêdetirî 20 hezar kesan.

(k)