Li girava Qeşmê teqîn rû dan

Medyaya Îranê ragihand ku li girava Qeşmê û herêma Jaskê teqîn rû dan.

Li girava Qeşmê teqîn rû dan
7 mijdar, 2026   23:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Îranê (IRNA) ragihand ku du teqîn li rojhilatê girava Qeşmê ya girêdayê parêzgeha Hormozgan a li başûrê welat çêbûn.

Ajansa Nûçeyan a Fars jî ragihand dengê teqînan li girava Qeşm û li herêma Jask hatin bihîstin.

Agahiyên zêdetir der barê sedem û encamên teqînan de nehatin belavkirin.

Serokê DYA‘yê duh gotibû dê êrişên sînordar li dijî pergalênl parastina hewayî yên Îranê pêk bînin û destnîşan kiribû ku hêzên Amerîkayê di çend deqeyan de pergala dij balafiran a Îranê rûxand. Trump îşaret pê kiribû ku operasyon di nava 15 deqeyan an kêmtirî wê pêk hat.

(bb)