NY: Pêdiviya 1.2 milyon kes bi hewcedariya mirovî ya lezgîn heye

Fona Nifûsê ya NYˊyê ragihand ku hewcedariya 1.2 milyon kesî li Heleb, bakurê rojhilatê Sûriyeyê bi pêdiviyên lezgîn heye.

NY: Pêdiviya 1.2 milyon kes bi hewcedariya mirovî ya lezgîn heye
8 tîrmeh, 2026   23:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku hewcedariyên mirovî li Sûriyeyê bilind bûne, diyar kir ku pêdiviya nêzî 1.2 milyon kes li Heleb, bakurê rojhilatê Sûriyeyê bi alîkariyên lezgîn heye.

Fonê di rapora xwe ya îro de diyar kir ku rewşa mirovî ji ber rageşiyên li hin herêman, leheiyên li seranserî çemê Firatê û hatina zêdetirî 460 hezar kesî ji Lubnanê zêde bûye.

Di raporê de hat destnîşankirin ku nêzî 295 hezar jinên di temenê dayikbûnê de hewcedar in, li kêleka wê jî pêdiviya wan bi parastinê û xizmetguzariyên tenduristiyê yên welidandinê hene.

Fonê da zanîn ku deh hezaran kesî sûd ji xizmetên wan ên tenduristî û parastinê wergirtiye.

(fr)