Li gel Hêzên Ewlekariyê bi dilxwazî gundên xwe diparêzin

Ji bo piştgiriya hewldanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, 150 ciwan ji başûrê bajarê Tirbespiyê bi dilxwazî tev li komên "xweparastinê" bûn.

Li gel Hêzên Ewlekariyê bi dilxwazî gundên xwe diparêzin
Li gel Hêzên Ewlekariyê bi dilxwazî gundên xwe diparêzin
Li gel Hêzên Ewlekariyê bi dilxwazî gundên xwe diparêzin
Li gel Hêzên Ewlekariyê bi dilxwazî gundên xwe diparêzin
Li gel Hêzên Ewlekariyê bi dilxwazî gundên xwe diparêzin
Li gel Hêzên Ewlekariyê bi dilxwazî gundên xwe diparêzin
17 cotmeh, 2024   06:10
QAMIŞLO
EBBAS XELEF

Şêniyên gundên başûrê bajarê Tirbespiyê ji bo piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî komên xweparastinê ava kirin. Ciwanên van gundan bi dilxwazî tev li xebatên xweparastinê dibin.

Piştî bûyerên diziyê û şêlandinê, şêniyên gundên bajarê Tirbespiyê bi vê însiyatîfê rabûn û komên xweparastinê ava kirin.

Beriya 15 rojan bi koordîneya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ev kom hatin avakirin. Ev kom 30 gundan diparêzin. Di her komekê de 5 kes hehe.

Endamên koman bi derfetên xwe gundan êvarê diparêzin. Bi rêya înternetê xwe digihînin hev û bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re koordîne dikin.

Ciwanê ji gundê Sîhe Comerd Gurî ji ajansa me re axivî û got: "Li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn em rojane gundên xwe diparêzin. Ev erka her kesî ye."

Gurî wiha domand: "Em her tim amade ne û dema tevgereke bi guman hebe û di cihê pêwîst de em destwerdanê dikin."

(şx)

ANHA