Rewşenbîrên Reqayê: Divê em parêznameyan di jiyana xwe de pratîk bikin

Rewşenbîrên Reqayê teqezî bi girîngiya praktîkkirina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan di jiyana rojane, civakê û saziyan de kir.

Rewşenbîrên Reqayê: Divê em parêznameyan di jiyana xwe de pratîk bikin
Rewşenbîrên Reqayê: Divê em parêznameyan di jiyana xwe de pratîk bikin
Rewşenbîrên Reqayê: Divê em parêznameyan di jiyana xwe de pratîk bikin
Rewşenbîrên Reqayê: Divê em parêznameyan di jiyana xwe de pratîk bikin
17 cotmeh, 2024   03:10
REQA
MIHEMED EL XELÎL

Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan bi armanca belavkirina felsefeya neteweya demokratîk ji salekê ve dest bi birêxistinkirina komên xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan kiribû. Gelek saziyên herêmê dest bi vê xebatê kiriye.

Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê jî dest bi birêxistinkirina komên xwendinê yên heftane kir û her komek roja xwendinê diyar dike û 2 saetan parêznameyan dixwîne.

Koma Yekitiya Rewşenbîran parêznameya sêyemîn a bi sernavê "Sosyolojiya Azadiyê" dixwîne. Beşdarên komê, destnîşan kir ku ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk li gorî pergala demokratîk, parêzname bingeh in.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Reqayê ku tev li koma xwendinê bûye Reed El Fadil got: "Em vê xebatê didomînin. Me ji parêznameyan gelek sûd wergirtiye. Em doz û pirsgirêkên civakî yên civaka me dinirxînin. Li rêyên çareseriyê digerin. Bi xwendina parêznameya sêyemîn me çareserî ji wan pirsgirêkan re dît."

El Fadil wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan di vê parêznameyê de, hegemonya kapîtalîst, armanca wê şîrove kiriye ku dixwaze zanistê tune bike û rewşa tenduristiyê di nava civakan de paş bixe. Bi rastî jî li cîhanê tev da, paşketin li ser tevahî astan çêbûye."

El Fadil diyar kir ku xwendina parêznameya çareseriya herî guncew a pirsgirêkên civakî, aborî û siyasî ye.

El Fadil destnîşan kir ku bi rêya nîqaşkirina parêznameyê bi malbat, dost û xizman re dikarin parêznameyê di jiyana xwe ya rojane, civakê û saziyan de praktîk bikin.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê û hiqûqnas Şewax El Elî jî got: "Ji zêdetirî salekê ve me dest bi xwendina parêznameya "Sosyolojiya azadiyê" kiriye. Dema em bi rewşenbîrên bajêr re dicivin bi wan re parêznameyê nîqaş dikin û hewl didin pratîk bikin. Ji bo civakan ev gelek girîng e."

El Elî wiha pê de çû: "Gelek rewşenbîr tev li komên xwendinê bûne. Di wan civînan de me nêrîn parve dikin û nîqaş dikin. Niha em gihaştine beşa pênaseya `şaristaniya demokratîk`. Bi xwendina van parêznameyan me têgehên nû, çand û ramanên nû nas kirin. Me bi awayekî têrker kapîtalîst û sosyalîst fêm kir."

El Elî di dawiyê de got parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan pêvajoya nû ya demokratîk kurt dike û wiha domand: "Bi xwendina van parêznameyan taybetmandiyeke din li kesayet, jiyan û malbata me bar bû."

(şx)

ANHA