Li gel daneyan piştî şer aloziyeke dîplomasî li benda Xezayê ye

Xuyaye ku şerê Îsraîlê yê li ser Xezayê di demeke nêz de bi dawî nabe nemaze ku axaftin li ser operasyoneke leşkerî ya nû ji aliyê Til Evîvê li dijî Refehê, amadekariya artêşa Misirê ji bo ku sînoran biparêze û texîmên avakirina kampan ji filistiniyan re li Sînayê hene. Gelo wê çi rû bide? Senaryoyên pêşbînkirî ji bo rojên bê çi ne?

Li gel daneyan piştî şer aloziyeke dîplomasî li benda Xezayê ye
22 sibat 2024   06:38
QAHÎRA
MUHSIN EL MISRÎ

Lêkolîner û analîzvanê siyasî yê ji Filistînê Dr.Marih Safî der barê mijarê de got: "Ji rewşa heyî diyar dibe ku wê 3 alî rol di Xezayê de bilîzin çi di dema şer de yan jî di pêvajoya piştî wê de."

Safî wiha domand: "Misir, Îsraîl û desthilata Filistînê wê rol di diyarkirina pêvajoya piştî şerê de bilîzin. Washington fişar li ser her sê aliyan dike ji bo ku di helwestên xwe de nerm bibin ku Misir û desthilata filistînê bi dabeşkirina çareseriyê li ser du pêvajoyan razî bibin. Îsraîl jî, di pêvajoya demkî de erkên ewlehiyê yên li Xezayê radestî hêzên NY`yê yan jî hevalbendeke din bike."

Li gorî Safî heke Washington di pêvajoya demkî de bi ser ket, lê diyar e ku biserxistina pêvajoya duyemîn anku pêvajoya cudakirina her du dewletan, wê gelek zehmet be.

Safî ev li gotinên xwe zêde kir: "Mijara çareserkirina rewşa li Xezayê piştî bidawîbûna şer, hîna teorî ne. Hemû jî li ser pêwîstiya biserxistina pêvajoya demkî li hev dikin beriya ku behsa hûrguliyên pêvajoya duyemîn bê kirin."

Safî wiha pê de çû: "Di her du pêvajoyan de, hûrguliyên têkildarî sazûmaniyê tune ne. Ev jî balkêş e û axaftina dawîn a li Til Evîvê belav e piştrast dike ku girêdayî encamên dê Îsraîlê li Xezayê di çend hefteyê bê de bi dest bixe. Ev encam dê navarok û derfeta pêkanîna şertên pêvajoya demkî li Xezayê û pêvajoya dawîn a ji bo çareserkirina aloziya Filistîn û Îsraîlê diyar bike."

BIJARKA DEWLETÊ

Analîzvanê siyasî yê ji Lubnanê û pisporê kar û barên erebî Tariq Ebû Zeyneb jî got hikumeta Îsraîlê agirbestê yan jî çareseriyê red dike û bi israr e di çend rojên bê de êriş Refehê bike.

Ebû Zeyneb wiha axivî: "Diyar e ku DYA`yê rê daye hikumeta Netanyahuyê ku filistiyaniyan ji Xezayê koçber bike. Misir dê neçar bibe wan penaberan li Sînayê bişêwazî bike ruxmî ku li dijî koçberkirina filistiniyan ji Xezayê ye."

Bi nêrîna Ebû Zeyneb, ji ber kiryarên Îsraîlê û êrişên îsraîliyan li dijî şêniyên Xezayê ku zêdetirî 365 mêtingehên îsraîlî tê de hene, gelek zû ye ku diyar bibe dê kî Xezayê kontrol bike.

Ebû Zeyneb diyar kir ku divê YE, NY û DYA`yê piştgiriya însiyatîfa erebî ya sala 2002`yan a avakirina dewleteke Filistînê ku paytexta wê Quds El Şerqiye û li gorî sînorên sala 1967`an be, bikin berovajî wê dê şer berdewam bike.

Ruxmî wê jî gelek çavdêr diyar dikin ku ev vebijark û çareserî ne rasteqîn in û aloziya ji gelek serdeman ve li dar e bi dawî nake ji ber ku hikumetên heyî li ser nakokiyên taîfî û netewî ava bûne û dê di pêşerojê de jî şerên din rû bidin.

(şx)