Gel li hember siyasetên qirkirinê girêdana xwe bi Rêber Abdullah Ocalan re xurttir dike
Malbata welatiyê bi navê Mihemed Bircus girêdana xwe bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan re xurt kir û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tev li tevgera rizgariya Kurdistanê û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.
![Gel li hember siyasetên qirkirinê girêdana xwe bi Rêber Abdullah Ocalan re xurttir dike](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202402/image_870x_65d64bd870eb6.jpg)
Di dawiya salên 80`î de welatiyê bi navê Mihemed Emîn Seîd Bircus ê ji gundê Badiyan ê navçeya Çil axa ya kantona Cizîrê, bi rêya kadroyan tevgera rizgariya Kurdistanê nas dike. Dûre xebatên eniyê li bajar û navçeyên herêmê yên di navbera Çilaxa û Dêrikê de dimeşîne û fikrên tevgerê bi rêya belavkirina proşûran û lidarxistina civînan, belav dike.
Bircus israr dike ku Rêber Abdullah Ocalan bibîne, ji ber wê di destpêka salên 90`î de tevî komeke şêniyên kantona Cizîrê diçin Şamê. Der barê de got: "Çima na, bi saya wî em hişyar bûn, piştî ku gelê me bi qirkirinê re rû bi rû bû."
Li gorî Bircus di wê hevdîtinê de ku 2 rojan berdewam kiriye, Rêber Abdullah Ocalan behsa welatparêziyê û hezkirina welat dike û destnîşan dike ku divê gel û pêkhate di oxirê parastina hebûna xwe li hemberî siyasetên qirkirina çandî, bedenî û siyasî ku pergalên kapîtalîst li dijî wan dimeşînin, li ber xwe bidin.
Fikr û rêgezên Rêber Abdullah Ocalan ên ku ji çanda gel wergirtiye, bandor li malbata Bircus jî dike, ji ber wê tev li tevgera rizgariya Kurdistanê dibe. 6 endamên malbatê di nava tevgerê de tê koşiyan û şehîd bûn. Navên wan wiha ne: Zanvan Badiyan (Ehmed Hesen), Evîn Dêrik (Mizgîn), Hemze (Mewalî Bircus), Xabûr (Ebdulqadir Hesen), Lawend Dêrik (Lawend Mehmûd Tahêr) û Şoreş (Sabrî Mihemed Emîn Tahêr).
Bi destpêkirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, komeke din ji malbatê tev li têkoşînê bûn. Kurê Mihemed Emîn, Zana Bircus tev li hêzên leşkerî bû û sala 2012`an şehîd bû. Her wiha gelek jî cihê xwe di saziyên xizmetguzarî û sivîl de girt.
Mihemed Bircus got: "Gel bi rêya çalakiyên cihereng li Kurdistanê û cîhanê, armanca dijmin û hêzên komploger ên ku xwestin têkiliyên Rêbertî û fikrên wî ji gelê dûr bixin, bi bin ket. Em dev ji têkoşînê bernedin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe bi dest bixin."
(şx)
ANHA