Siyasetmedarekî kurd li hember siyaseta xiyanetê û dagirkeriyê banga serhildanê kir

Serokê Partiya Biratî ya Kurdistanê Ednan Kîlo hebûna baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê red kir û got divê gelê Kurd li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê serî hildin ji ber ku bi vê siyasetê dixwazin tevlihevî û parçebûnê di nava kurdan de derxin.

Siyasetmedarekî kurd li hember siyaseta xiyanetê û dagirkeriyê banga serhildanê kir
22 sibat 2024   03:34
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Serokê Partiya Biratî ya Kurdistanê Ednan Kîlo ji ajansa me re têkildarî siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî doza Kurd û Kurdan û hevalbendiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dewleta Tirk a dagirker re axivî.

Kîlo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker aloziyên li cîhanê rû didin mîna şerê li Xezayê, Ukrayna û Rûsyayê, êrişên Amerîka û Îranê bi kar tine ji bo ku êriş destkeftiyên kurdan li her derê bike. Bi nêrîna Kîlo ji ber wê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin.

Kîlo wiha domand: "Tirkiye di çarçoveya civînên Astanayê de careke din li ser serê kurdan dest bi dek û dolaban kir û her tim hewl dide projeyên xwe yên mêtingeriyê firehtir bike."

Kîlo da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji berê ve û heta niha siyaseta parçekirinê li dijî gelê Kurd dimeşîne, ji ber wê destkeftiyên kurdan li her derê dike hedef û bi rêbazên kirêt nahêle gelê Kurd mafên xwe yên rewa bi dest bixe û wiha pê de çû: "Niha jî bi hevkariya PDK`ê dixwaze şerekî birakujî derxe."

Her wiha Kîlo destnîşan kir ku parçebûn û tevlêbûna her aliyekê di hedefgirtina aliyê din ê Kurd de li ser kurdan tev da û doza wan xetere ye.

Kîlo diyar kir ku siyasetên PDK`ê di vê çarçoveyê de zirarê bi yekitiya nîştimanî dikin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê PDK`ê li ser hesabê gelê Kurd tev li bazarên siyasî û aborî nebe. Avakirina têkiliyên aborî û siyasî bi dewleta Tirk re, nayê wê wateyê ku li ser hesabê berjewendî û destkeftiyên kurdan serî ji dewleta Tirk re deyne."

Ednan Kîlo hebûna baregehên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê ku bi rêya wê êriş gelê Kurdistanê dike, şermezar kir û got: "Divê gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê hebûna Tirk li wan herêman û bikaranîna gund û bajarên wan di şerê xwe de red bikin. Divê li hember van siyasetan û hevkariya PDK`ê pê re serî hildin ji ber ku ev siyaset derxistina tevliheviyê û parçebûna kurdan armanc dikin."

Di dawiyê de Kîlo bang li alî û partiyên kurd kir ku li gel alozî û guhertinên mezin li cîhanê çêdibin, di bin sîwana xizmetkirina doza Kurd û hêviyên gelê Kurd de bixebitin.

(şx)

ANHA