Li Fransayê hikûmeta rastgir a navendî hilweşiya

Hikûmeta Serokwezîr Michel Barnier li Parlamentoya Neteweyî ya Fransayê di dengdana pêbaweriyê de binket û dest ji kar berda.

Li Fransayê hikûmeta rastgir a navendî hilweşiya
5 kanûn, 2024   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Parlamentoya Neteweyî ya Fransayê dengdana pêbaweriyê hate lidarxistin, lê hikûmeta rastgir a navendî ya dibin serokatiya Michel Barnier de, dengên pêwîste negirt.

Pêşnûmeya pêbaweriyê ya ku li Parlementoya Neteweyî ji aliyê 331 parlementeran ve hat qebûlkirin bû sedema hilweşandina hikûmetê.

Piştî partiya faşîst a Yekitiya Neteweyî (RN) desteka xwe ji hikûmetê kişand, dengdana pêbaweriyê ket rojevê. Ji bo qebûlkirina pêşnûmeyê 288 deng pêwîst bûn.

Hikûmeta Rastgir a Navendî dengên pêwîst nestand û belav bû.

Serokwezîr Barnier sê meh berê dest bi karê xwe kiribû û niha neçare îstifaya xwe pêşkêşî Serokkomar Emmanuel Macron bike.

Ev yek ji hilweşîna hukûmetê ya bi serokatiya Georges Pompidou ya di 1962’yan de, cara yekem ru dide. Ji wê demê û vir ve, li Fransayê ti hikûmet bi pêşnûmeya pêbaweriyê ji kar nehatiye avêtin.

Li gorî çavkaniyên nêzî hikûmetê, Wezîrê Parastinê Sebastien Lecornu, Serokwezîrê berê Bernard Cazeneuve, Wezîrê Karên Hundir ê berê Gerald Darmanien û Komîserê Yekîtiya Ewropayê Thierry Breton di nav de navên sereke yên ji bo serokwezîriya nû derkevin pêş dene.

Piştî hilweşandina hikûmetê, hat ragihandin ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron êvara Pêncşemê bi rêya televîzyonê ji raya giştî re dê baxive. Tê payîn ku Macron nexşerêya pêvajoya hikûmeta nû parve bike.